Ji ber girtîgehê gazî kirin: Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin

  • rojane
  • 15:23 24 Gulan 2022
  • |
img
AMED/WAN - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Amed û Wanê didome. Li Amedê dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan axivî û got: “Bila li gorî qanûnan tevbigerin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin.” 
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku di 16’ê mijdara 2021’an  de li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 190’emîn de berdewam dike. Malbat li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li hev kom bûn û daxuyanî dan û daxwaza edaletê kirin. 
 
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di çalakiye de amedê bûn û piştevaniya malbatan kirin. 
 
‘BILA CENAZEYÊN ZAROKÊN ME DERNEKEVIN’ 
 
 Destpêkê dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazime Boltan axivî. Boltan di axaftina xwe de bi bîrxist ku çalakiya nobeda edaletê 7 meh li pey xwe hiştiye û wiha got: “Bila girtiyên nexweş demildest berdin. Bila li mala xwe bên tedawî kirin. Em banga li rêyedarên dewletê dikin, bila çareseriyeke ji bo girtiyên nexweş bînin. Bila berdana girtiyan neyê taloqkirin. Dema cezayê wan diqede bila bên berdan. Bila rayedar qanûnan pêk bînin. Mafê her kesî heye çima mafê zarokên me tune ye? Bila li gorî qanûnên xwe tev bigerin. Em naxwazin ku cenezayên zarokên me ji girtîgehan li ser milan derkevin.” 
 
 ‘DIJMINTIYA KURDAN DIKIN’ 
 
Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler jî axivî û destnîşan kir ku li gel cezayê girtiyan diqede jî nayên berdan û xwest rayedar li gorî qanûnan tev bigerin. Guler axaftina xwe wiha domand: “Em nizanin ku armanca dewletê çi ye? Lê em baş dizanin ku girtiyên me cezayê xwe qedandine. Daxwaziyên me mirovî ne, em dibêjin ku bila girtiyên ku nexweşin bên berdan. Em dizanin ji bo ku em kurdin dewlet dijmintiyê li me dike. Lê ev zilma wan naye qebûlkirin. Em bi hev re dibêjin ku bila edalet ji bo her kesî eynî be. Em bang li partiyên siyasî jî dikin bila vê pirsgirekê di Meclisê de bînin rojevê. Ta ku çareseriyek pêk were.”
 
Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
 
WAN
 
Malbatên girtiyan li Wanê jî xwestin çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li pêş Kampusa Girtîgeha Wanê bidomînin. Lê ji daxuyaniyê re destûr nehate dayîn. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulderen Varli, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Tûşbayê, Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Goç-Der’a Serhedê Gulşen Kûrt, Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin û malbatên girtiyan di ketina kampusê de ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. 
 
QEDEXEYA WALITIYÊ WEKE HINCET NÎŞANDAN
 
Leşkerên ku qedexeya Walitiyê weke hincet nîşandan, destûr neda ku girseya kombûyî daxuyaniyê bide. Balkêş bû ku dema bi rayedarê leşkerî re hevdîtin hate kirin, leşker û polîsan bi telefonên xwe dîmenên kesên tev li çalakiyê bûn û rojnamevanan ji nêz ve kişandin û tacîz kirin. Li ser vê yekê bi gotinên “Fotokopiya nasnameyên xwe bikişînin û bidin we. Hûn nikarin wisa tacîz bikin” bertek nîşanî leşker û polîsan hate dayîn. 
 
Pişt re malbatan bêyî daxuyaniyê bidin ji herêmê veqetiyan.