27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye

  • rojane
  • 12:24 4 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - Dorpeçkirina avahiya produksiyonên Piya û Ariyê 27 roj in berdewam dike. Polîs bi şev û roj li ber avahiyê sekinîne. 
 
Li Amedê di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kes hatin binçavkirin û bi ser kargehên wan ên produksiyonê de hat girtin. Di serdegirtinên kargehên çapemeniyê de gelek kamera, computer û materyalên dijîtal hatin desteserkirin. Ji roja serdegirtinê ango operasyonê heta niha 27 roj in avahiya produksiyonên Piya û Ariyê dorpêçkirî ye. Her du deriyên avahiyê bi polîsan tije ye û bi şev û roj li ber sekinandî ne. Destûr nayê dayîn ku xebatkar biçin kargehê. Parêzerên ku têkildarî mijarê serlêdan kirin jî ji wan re hat gotin, "lêgerîn dewam dike" û destûra ketin û derketinê dê nedin. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji rojnamevan Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç,  edîtorê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût, rojnamevan Omer Çelîk, Mazlum Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Her wiha rojnamevan Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.