Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin

  • rojane
  • 13:26 4 Tîrmeh 2022
  • |
img
EDENE - Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê bi darê zorê jimartina ser piyan li girtiyan tê ferzkirin. 
 
Selahattîn Ortaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin. Ortaç, diyar kir ku daxwaznameyên ji bo sewqkirina Edeneyê dide bi hinceta “cih nîne” tên red kirin û wiha got: “Jimartina li ser piyan li me ferz dikin. Gardiyan dikevin bin çengên me û bi darê zorê radikin û dihejmêrin. Em vê ferzkirinê qebûl nakin.” Ortaç, banga hestiyariyê li rayagiştî kir.