Doza Kobanê: Dawiya hefteyê li şahidê veşarî hatiye guhdarkirin

  • rojane
  • 16:01 4 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Di Doza Kobanê de derket holê ku heyeta dadgehê dawiya hefteyê li şahidê veşarî Mahîr guhdar kiriye. Siyasetmedaran bertek nîşanî guhdariya şahidê veşarî da. 
 
Danişîna 14’emîn a Doza Kobanê ku 22 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin di roja 5’emîn de li eywana 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Parlamenter, rêveber, malbatên siyasetmedarên girtî û parêzeran doz şopandin. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên girtî yên din ku li girtîgehên cuda ne bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. 
 
DADGEHÊ XWEST ÎFADEYA ŞAHIDÊ VEŞARÎ WERE TEMAŞEKIRIN 
 
Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Heyeta dadgehê xwest ku îfadeyên şahidê veşarî Mahîr ku dawiya hefteyê lê hatiye guhdarîkirin û berê jî bi SEGBÎS’ê îfadeya wî hatiye girtin ji siyasetmedarên girtî û parêzeran re li ser SEGBÎS’ê were temaşekirin. Parêzeran îtîazî vê biryara heyeta dadgehê kir. 
 
‘EM VÊ RÊBAZÊ RED DIKIN’ 
 
Parêzer û siyasetmedar li dijî vê biryara dadgehê derketin û destnîşan kirin ku ew rêbaza dadgehê red dikin û xwestin di hizûra girtî û parêzeran de werin guhdarîkirin. 
 
Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye bi rêya SEGBÎS’ê axivî û destnîşan kir ku ev guhdariya li şahidê veşarî li dijî hiqûqê ye û got: “Hûn dixwazin heyeta xwe jî veşêrin. Tu baweriya me bi we nehat, nayê û wê neyê jî.” 
 
Her wiha Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Gunay Kubilay jî axivîn û li dijî bêrêbaziya dadgehê derketin. 
 
Dadger saetek navber da danişînê.