Bertek nîşanî mudaxileya cendermeyan dan: Rê li trafîkê girtin

  • rojane
  • 16:25 4 Tîrmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Di encama mudaxileya cendirmeyan a li dijî welatiyên bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan de 20 kes bi ledanê hatin binçavkirin. Welatiyên ev rewş şermezar kirin li ser rêya kevin a Cizîr û Şirnexê lastîk şewitandin û rê li trafîkê girtin. 
 
Li mezrayên Newala Îsaaxa û Zûranê yên girêdayî gûndên Dîrsekliya navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera tîmên Ceyranê yên Şîrketa Anonîm a Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku xwestin saetên ceyranê bikêşin ser dîrekan û gundiyan de alozî derket. Di aloziya ku derketî de bi sedan leşker bi sedan bombeyên gaza îsotê û bi tonan ava şid mudaxileyî gundiyan kir. Piraniya wan jin 5 kes ji ser hişê xwe çûn. 
 
Welatiyên li mezraya Zûran dijîn bertek nîşanî mudaxileya leşkeran dan û li ser rêya kevin a Cizîr û Şirnexê lastîk şewitandin û rê li trafîkê girtin. Li ser vê yekê leşkeran dîsa bi gaza îsotê û ava bişid êrişî girseyê kir. Di encama berxwedana welatiyan de tîmên DEDAŞ’ê û leşker neçar man paş ve biçin. 
 
20 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Li aliye din heta niha du jê jin herî kêm 20 kes hatin bainçavkirin. Kesên navên wan hatin zanîn wiha ne: “M. Rûvanas, C. Rûvanas, B. Rûvanas, Y. Rûvanas, R. Rûvanas, M. Rûvanas, F. Rûvanas, S. Rûvanas, C. Rûvanas û jina bi navê N. Acar hatin binçavkirin. Piştî rewşa A. Rûvanas ê hat binçavkirin xirab bû, bi ambulansa ku hate cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.