24 roj in xebatkarê tenduristiyê ku xeniqîbû nehatiye dîtin

  • rojane
  • 16:54 4 Tîrmeh 2022
  • |
img
SÊRT - Hemşîr Eyyup Guneş ê ku 24 roj in di Çemê Miksê yê li Perwariyê de winda bûye, hê jî nehatiye dîtin. 
 
Li bajaroka Bêdarê ya bi ser navçeya Perwariya Sêrtê ve di 11’ê hezîranê de hemşîre Halîme Tîmûrtaş ketibû ava Çemê Miksê. Hemşîr Eyyup Guneş ê ku xwest Tîmurtaş rizgar bike, bi avê re çûbû û winda bûbû. Tîmên lêgerînê yên ku ji Bedlîs û Wanê hatine herêmê, 24 roj in li cenazeye Guneş digerin. Hê jî cenazeye Guneş nehatiye dîtin.