Daxwazên têkildarî şahidên veşarî hatin redkirin, siyasetmedar ji danişînê derketin

  • rojane
  • 19:54 4 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de heyeta dadgehê dawiya heftê guh li şahidên veşarî Mahîr, Seher û Ûlaş kiribûn. Siyasetmedarên di vê dozê de tên darizandin li ber guhdarkirina dengên şahidan rabûn, lê belê dadgehê daxwaza wan red kir. Piştî vê biryarê siyasetmedar û parêzer ji hêwana danişînê derketin. 
 
Danişîna 14'an a Doza Kobanê di roja pêncan da li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Parlementera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû û xizmên siyasetmedarên girtî jî di nav da gelek parêzer tevli danişîna Doza Kobanê bûn ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve tê lidarxistin. 
 
Siyasetmedarên di Girtîgeha Sîncanê de tev li danişînê bûn û yên di girtîgehên din de jî bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn piştî nîvro ji cihê mayî dewam kir. Siyasetmedar têkildarî şahidên veşarî yên ku heyeta dadgehê di dawiya hefteyê de ew guhdar kiribûn axivîn. 
 
Heyeta dadgehê di dawiya hefteyê de guh li şahidên veşarî yên bi bernavê Mahîr, Seher û Ûlaş kiriye. Heyeta dadgehê xwest dengê şahidan ê hatiye tomarkirin bide guhdarkirin, lê belê siyasetmedarên di vê dozê de tên darizandin û parêzerên wan li ber vê rabûn û gotin: "Şahidê nepen hem dê di van şert û mercan de bên guhdarkirin, paşê dê dengê wan bi me bê guhdarkirin û ger pirsên me hebin em ê wan bidin we û hûn ê jî bidin wan. Tiştekî wisa nabe. Şahid dibêjin pirsan ji me nekin. Şahid dibêjin, 'em îtirafkar in, derewkar in." Siyasetmedaran destnîşan kir dê guh li şahidan nekin, ji lew re rast xeber nadin û xebatên HDP'ê hemûyan îllegalîze dikin. 
 
Piştî axaftina parêzer û siyasetmedaran meqama îdiayê axivî. Meqama îdiayê jî "ewlehiya" şahidên veşarî derpêş kir diyar kir ku heyeta dadgehê li gor "usûlê" guh li şahidan kiriye û xwest pirs berpêşî heyeta dadgehê bên kirin û bi vî awayî bên bersivandin û îtirazên parêzer û siyasetmedar bên redkirin. 
 
Piştî meqama îdiayê heyeta dadegehê jî daxwazên siyasetmedar û parêzeran ên ji bo neguhedarkirina qeydên şahidên veşarî red kir û biryar da ku dê şahid ABC123 bê guhdarkirin û dê bi rêya SEGBÎS'ê jî dengên şahidên veşarî Mahîr, Ûlaş û Seherê bên guhdarîkirin. 
 
Piştî vê biryara heyetê, siyasetmedarên girtî û parêzerên wan ji hêwana danişînê derketin.
 
Heyeta dadgehê 15 deqe navber da danişînê.