Doza Kobanê: Dengê şahidên veşarî li hêwana vikîvala hat guhdarkirin

  • rojane
  • 20:12 4 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Di Doza Kobanê de ku siyasetmedar û parêzer tev lê nebûn, dengên şahidên veşarî Mahîr, Ûlaş û Seherê hatin guhdarkirin. Heyeta dadgehê di dawiya hefteyê de dengê şahidan tomar kiriye. 
 
Danişîna 14'an a Doza Kobanê di roja 5'an de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ji alîyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve hat lidarxistin.
 
Heyeta dadgehê beriya navberê xwestibû dengê şahidên veşarî Mahîr, Seher û Ûlaş ên ku di dawiya hefteyê de hatine tomarkirin bide guhdarkirin. Lê siyasetmedar li ber vê rabûbûn û ji ber ku heyeta dadgehê îtiraza wan a ji bo vê qebûl nekiribû tevî parêzeran terka danişînê kiribûn. 
 
Piştî navberê heyeta dadgehê çendî ku hêwana danişînê vala bû jî, dengê şahidên veşarî Mahîr, Seher û Ûlaş bi rêya SEGBÎS'ê da guhdarkirin.
 
Şahidên hatin guhdarkirin derbarê siyasetemdaran de tiştên razber gotin.
 
Danişîn dê sibê saet di 10'ê sibehê de ji cihê mayî bidome.