Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 17:49 29 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH – Li Êlihê di bin navê "lêpirsîna Kobanê" de 9 kes hatin binçavkirin. 
 
Li Êlihê îro danê sibehê di avêtina ser malan de 9 kes hatin binçavkirin. Di avêtina ser malan de Şerîf Takak, Hamza Kizilçin, Mehmet Şîrîn Ongun, Şîrîn Deger û 5 kesên navê wan nehatin hînbûn hatin binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Êlihê.