Amara li benda mêvanên xwe ye

  • rojane
  • 09:02 1 Nîsan 2023
  • |
RIHA - Mehmet Reşît Ocalan, xizmê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, anî ziman ku 4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e û got: "Em ê bi hatina mevanan  kêfxweş bibin." 
 
Gelê kurd ku her sal di 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de serdana mala Ocalan a li gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê dike, îsal jî li dijî tecrîda girankirî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan 4'ê Nîsanê pêşwazî dike. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TÛHAD FED), daxuyandin ku dê di çarçoveya çalakiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daran deynin û çalakiyên cur bi cur li dar bixin û herî dawî jî bi awayekî girseyî Meşa Amarayê li dar bixin. 
 
Li gundê Amarayê ku her sal 4'ê Nîsanê de gel serdana wê dike, îsal jî li benda mêvanên xwe ye. Gundê Amarayê bi hatina biharê re di nav giya û darên hêşin de bi vekirina gul û rihanan 4'ê Nîsanê pêşwazî dike. 
 
Xizmê Abdullah Ocalan Mehmet Reşît Ocalan ku em li gund pê re axivîn diyar kir ku zarokiya Ocalan û wî bi hev re derbas bûye û li benda gel in ku bê Amarayê. 
 
'PIR CUDA BÛ'
 
Mehmet Reşît Ocalan ê 80 salî bi lêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hem kurê xalê wî ye hem jî pismamê bavê wî ye, ji ber wê jî zarokiya wan bi hev re derbas bûye û ev tişt anîn ziman: "Serok 4 an jî 5 salan ji min biçûktir e. Di zarokiya xwe de jî pir jîr û cuda bû. Yanî di her karî de pir serkeftî bû. Dema paletî dikir tu kesî nedikarî weke wî bike. Bi her awayî pir jehatî bû. Zeviyên me li rex hev bûn. Dema em diçûn nav zeviyê, em bi hev re diaxivîn. Çeka min hebû, carê min nîşik datanî, bi gulê li nîşikê dixist pişt re min çek dida dest serok, min digot 'Evdila tu jî gulê bavêje nîşik.' Lê wî ji çekê hez nedikir, di piçûktiya xwe de jî çek nedigirt dest xwe. Li nav rez dareke wî hebû, dara fistiqê. Diçû di bin wê darê de her tim pirtûk dixwandin. Cihê wî li wir bû, her tim diçû bin wê darê."
 
'EM SERBILIND IN'
 
Ocalan di berdewama axaftina xwe de têkildarî tevgera ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin anî ziman ku ew bi kiryarên Abdullah Ocalan ên ji bo gelê kurd serbilind in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zarokekî min jî tevlî rêfen gerîla bû û li wir şehîd ket. 2 zarokên wî hebûn. Biraye min ê biçûk jî bi malbata xwe ve çû serê çiya lê tevî van yekan jî em ne xemgîn in û serbilind in."
 
'EM VÊ TECRÎDE QEBÛL NAKIN'
 
Ocalan der barê tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliye tê meşandin jî ev tişt gotin: "Ev tecrîd nayê qebûl kirin. Em vê tecrîde qebûl nakin. Zêdetirî 2 salan e ku tu xeber ji Girtîgeha Îmraliye tune ye. Ev tecrîd li dijî hiqûqê ye. Tirkiye hiqûqa xwe binpê dike. Mafe hemû kesî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ev sepan di tu qanûnê de tune ye. Ne di qanûnên Îslamê de ne jî di tu qanûnekê de tiştek wisa tune ye. Divê ev tecrîd bê şikandin û malbat û parêzer bikaribin hevdîtine pêk bînin." 
 
'DIXWAZIN BI GEL BIDIN JIBÎRKIRIN'
 
Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku yek jî sedema astengkirina meşa Amarayê jî qût kirina pêwendiya navbera gel û Ocalan e û wiha pê dê çû: "Niha kesên ku dixwazin werin Amarayê asteng dikin. Berê gelek kes bi girseyî dihatin, astengî tune bûn. Wê demê bi hatina girseyê ve tu pirsgirêk jî dernediketin. Lê armanca dewletê ev e ku Serok bi gel bide jibîrkirin. Yanî dibêjin têkiliya xwe bibirin. Weke ku yekî wisa tune ye. Lê gelê kurd ji bîr nake, teqez ji bîr nake." 
 
'EM BI HATINA GEL KÊFXWEŞ DIBIN'
 
Ocalan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku 4'ê Nîsanê rojbûna gel e û her kesî vexwand Amarayê û got: "Rojbûna wî rojbûna gel e. Em malbat jî em ê bi hatina mevanan  kêfxweş bibin. Em hemû kesî vedixwînin gund. Em diixwazin ku li ser serê me û ser çavê me bê Amarayê. Yên werin mevanên Serok in, mevanên me ne. Em bihatina wan pir serbilind dibin." 
 
MA / Mahmût Altintaş