‘Li Pirsûsê 23 kes beriya hilbijartinê bi sedemên siyasî hatin girtin’

  • rojane
  • 11:26 1 Nîsan 2023
  • |
img
RIHA - Parêzer Melîscan Guneş diyar kir ku 23 kesên li Pirsûsê ji ber sedemên siyasî hatine girtin û got: “Dosyeyek vik û vala ye. Îktidara siyasî dixwaze beriya hilbijartinê bi girtinan muxalîfan asteng bike.” 
 
Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 27’ê adarê de endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de 25 kes hatibûn binçavkirin. Di 30’ê adarê de binçavkiriyan birin Edliyeya Rihayê û hevserokên HDP’ê û DBP’a Pirsûsê jî di nav de 23 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatin girtin. Tenê beyanên şahidekî û tapeyên telefonan wek delîlên girtinê hatine nîşandan. 
 
‘EV OPERASYONEK SIYASÎ YE’ 
 
Parêzera Hevseroka Rêxistina DBP’a Pirsûsê Rojda Bînîcî ya ku di çarçoveya dosyeyê de hat girtin, Melîscan Guneş bi bîr xist ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di 27’ê Mijdara 2022’yan de dest bi lêpirsînê kiriye. Guneş anî ziman ku 2 kes piştî li emniyetê hatine berdan û 23 kes jî roja 30’ê adarê hatin girtin û wiha got: “Dema em li naveroka dosyeyê dinêrin her tişt bi sedemên siyasî hatine amadekirin. Di dosyeyê de ji bilî beyanên razber ên şahidekî û axaftinên telefonê yên rojane tu delîl nayê dîtin. Beyanên şahid, bi temamî razber e. Tiştek belge û şênber nîne. Di nav ên girtî de yên 60 salî jî hene. Ev tenê bi beyanên razber ên şahidekî hatine girtin. Ev li dijî hiqûqê ye û ji bo girtinê delîlên têrkirî nîne.”
 
‘DIXWAZIN XEBATÊN MUXALÎFAN ASTENG BIKIN’ 
 
Guneş diyar kir ku her 23 kes jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine girtin û got: “A rast dema meriv li naveroka dosyeyê dinêre, dibîne ku hêmanek sûcê endamtiya rêxistinê nîne. Kesên nexweş û extiyar krîmînalîze dikin, bi tawanbariya endamtiyê girtin û dixwazin atmosferek têgihandina tawanbariyê biafirînin.” 
 
Guneş da zanîn ku gelek kesên hatine girtin endam û rêveberên HDP û DBP’ê ne û wiha got: “A rast armanca vê dosyeyê ango girtinê bi temamî ew e ku hilbijartina li pêşiya me ye. Ji bo ku li Pirsûsê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê werin astengkirin, peşk li xebatên wan bikeve, van operasyonan pêk tînin. Îktidara siyasî beriya her hilbijartinê dixwaze bi binçavkirin û girtinan xebat û dengê aliyên muxalîf qut û asteng bike.”