Malbata Şenyaşar: Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê

  • rojane
  • 11:37 1 Nîsan 2023
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 740’emîn a Nobeta xwe ya Edaletê de ev peyam parve kir: “Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê.”
 
 Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 740’an de berdewam dike. Malbat, ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “Di bingehên neyînî yên weke perwerdehiya têkçûyî, desthilata bêpaweriya xwe winda kiriye, xizaniya her ku diçe zêde dibe û pergala darazê ya siyasî bûye bêedaletî heye. Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê.”