TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin

  • rojane
  • 13:16 1 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin bang kir ku têkoşînê mezin bikin. 
 
 Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna 74'an a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. TEV-DEM'ê diyar kir ku 4'ê Nîsanê ji bo dîroka mirovahiyê girîng e û da zanîn ku Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Bi hatina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re, em vê roja mezin a ku di deriyê fireh de ket dîroka mirovahiyê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî gelên me yên Kurdistanê û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Di mîlada wî ya 74'an de em bi Rêber Abdullah Ocalan re jiyaneke ku bi nirxên welatparêziya rasteqîn, mîrateyeke şoreşgerî ya edalet û wekhevî tijî ye, didomînin. Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in dîl girtiyê îradeya civakê ye û di mercên herî zehmet de di girtîgeha girava Îmraliyê derbas dike. Dewleta tirk a faşîst zextên giran ên neqanûnî, tecrîdeke polîtîk li ser wî ferz dike. Her wiha rê nade parêzer û malbata wî ku wî bibînin. Ev kiryar hemû binpêkirina qanûnan in.
 
Lê Rêber Abdullah Ocalan bi avakirina felsefeya jiyana azad girava Îmraliyê kir jêdera modernîteyê, çanda berxwedan û têkoşînê û afirîneriyê. Her wiha bi projeya neteweya demokratîk guhertinên mezin û bibandor ber bi çareserkirina tevahî pirsgirêkên pêkhateyên herêmê, alozî û nakokiyan ve pêk anî.
 
Di sedsaliya nûjen de 4'ê Nîsanê ji bo gelên Rojhilata Navîn mîladeke nû û rojeke ronî ye. Mîlada felsefeya avakirina mirovên azad e, mîlada avakirina civakeke exlaqî û polîtîk, mîlada rizgariya ji zayendperestiyê ye ya li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî ye. 4'ê Nîsanê mîlada rizgarkirina civakê ji bermahiyên hezar salan ên zîhniyeta baviksalar a desthilatdar e. Ev zîhniyet niha bi îradeya şoreşa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi pêşengiya jin û ciwanan ji hev dikeve.
 
Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan di meheke herî pîroz a salê de ye. Di meha Nîsanê de xweza bi xweşikbûna xwe xwe dixemilîne. Tê zanîn ku Rêber Ocalan bi hezkirina xwe ya ji xweza, civak, ekolojîk, dar û çandiniyê tê naskirin.
 
Hemwextî pêngavên 'Dem dema azadiyê ye', em îsal bikin sala azadiya Rêber Apo. Em hemû rojên jiyana xwe veguherînin azadiyê. Ji bo mîsogeriya azadiya Rêber Apo ku ji girîngtirîn erkên me yên dîrokî ye, em asta têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku Rêber Apo nûnertiya mezintirîn destkeftiyeke dîrokî ji bo gelan û civakan dike. Li ser vî bingehê divê em berpirsyariya xwe exlaqî bi cih bînin û xwedî li Rêber Apo derkevin. Tam bûye 2 sal me tu agahî ji rewşa tenduristî ya Rêber Apo negirtiye. Ev yek me dixe nava fikaran. Bêdengiya li hemberî vê rewşê jî her kesî bi fikar dike.
 
Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû tevgerên nîştimanî, hêzên siyasî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî yên têkildarî rewşa girtiyan dikin ku tavilê bikevin tevgerê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên derbirînê bixwazin. Dewleta tirk a faşîst hemû cureyên îşkenceya siyasî û dirûnî li dijî wî dimeşîne û serdanên malbatê qedexe dike. Her wiha ji zêdetirî du salan ve daxwazên hevdîtina hiqûqî ya bi parêzerên xwe re red dike.  Dewletên komploger û hevkarên siyasetên dewleta tirk a faşîst bi vê yekê dixwazin tolê ji helwestên exlaqî, îradeya azad a Rêber Apo û berxwedana gelên ku di paradîgemaya Rêber Apo de çareseriyê dibînin, hilînin.
 
Em diyar dikin ku Rêber Apo nûnertiya îradeya gelên berxwedêr û têkoşerên ji bo azadî û demokrasiyê dike."