18 kesên ku li Qada Galatasarayê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 18:32 27 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Ji kesên ku li Qada GAlatasarayê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin li hev kom bûn, 18 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî hatin berdan. 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 948'an ya çalakiya ji bo xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin, li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. Di dema çalakiyê de polîsan ew binçav kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren KEsk, Seroka ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, Nûnerê Stenbolê yê THÎV'ê Umît Efe, Besna Tosun, İrfan Bilgin, Coşkun Usterci, Huseyin Aygul, İkbal Eren, Maside Ocak, Hanife Yıldız, Ali Ocak, Mikail Kirbayir, Hasan Karakoç, Hunkar Yurtsever, Cuneyt Yilmaz, Leman Yurtsever, Mehmet Mert Karatag û Ozge Bakir Efe ku hatibûn binçavkirin, piştî kontrolkirina tenduristiyê hatin berdan.