Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon

  • rojane
  • 11:21 8 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED - Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin a li Bismilê de tîma Rojava Sporê bû şampiyon. 

Şaredariya Bismilê ya Amedê di 10’ê Hezîranê de Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin dabû destpêkirin. 31 tîm tev li turnuvayê bûn. Di turnuvayê de di navbera tîman de reqabeteke zêde hebû û herî dawî tîmên Uçtepespor û Rojava Sporê derketin fînalê. Maça fînalê hate lîstin. Hevjîna Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin Şukran Aydin, Wekîla DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo, Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu û bi hezaran kesên din jî maça fînalê temaşe kirin. 
 
‘EM DIXWAZIN CIWANAN DI SIYASETÊ DE BIBÎNIN’ 
 
Şukran Aydin beriya maçê axivî û got: “Vedat Aydin dixwest ciwanan ne di şer û rageşiyê de lê di siyasetê de, di rêxistinkirinê de û di têkoşîna demokrasiyê de bibîne û di vê mijarê de bi cisaret bin. Me li ser vê xakê gelek êşên mezin kişand. Em naxwazin êdî ciwanên me di şer de bimirin. Dixwazin ciwanan di sporê de, di siyaset û rêxistinkirinê de bibînin.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Ozer jî ji tîman re serkeftin xwest. 
 
Cîgirê Serokê Amedsporê Cahît Akin jî got ku 34 sal berê ew bi xwe jî tev li merasîma definkirina cenazeyê Vedat Aydin bûbû û got: “Me Vedat Aydin tu caran ji bîr nekir û dê ji bîr nekin.” 
 
TÎMA SERKEFTÎ DIYAR BÛ 
 
Piştî axaftinan maça fînalê dest pê kir. Maça fînalê, di navbera tîma Rojava Spor ku ji hêla ciwanên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê neçar mabûn koç bikin ve hatiye avakirin û Uçtepesporê de hate lîstin. Di lîstikê de Rojava Sporê 5-0 bi ser ket û bû şampiyon. Piştî maçê jî kupa û madalyayên tîmên serkeftî hatin dayin. Herî dawî jî beşdaran demekê dirêj govend gerand û turnuva bi dawî bû.