ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 14 Tîrmeh 2025
  • |
img
* Welatiyên Wanî diyar kirin ku dema merasîma îmhakirina çekan temaşe kirin hem xemgîn hem jî keyfxweş bûne. Welatiyan got ku ew minetdarên Abdullah Ocalan in û xwestin dewlet gavan biavêje. 
 
* Nûnerên DBP, DEVA û Partiya Saadetê merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê weke “kêliyeke dîrokî” nirxandin û gotin ku divê komîsyon û zemîna hiqûqî bêyî ku were vehêlandin bên avakirin. 
 
* Merva Nûr Îşleyîcî ku di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bûbû, diyar kir ku ev 10 sal in têdikoşin û got: “Ji bo pêşerojeke baştir, em dinyayeke mirov bi hev re dijîn dixwazin.” 
 
* Li gundê Cîlbya û Bilikayê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan rojane 270 tonên daran tên birîn. Cerdevanên ku 6 rojên hefteyê daran dibirin, tona darên dibirin bi 5 hezar TL’an difiroşin. 
 
* Bi boneya salvegera “Rojiya Mirinê ya Mezin” dê li Êlih, Edene, Mêrsîn û Rihayê panel bên lidarxistin. (14.00)