MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart

  • rojane
  • 14:32 14 Tîrmeh 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Şaxa MEBYA-DER’ê ya Şirnexê, Lijneya Giştî li dar xist. Di lijneyê de rêveberiya nû hate hilbijartin. Şaxê, lijneya xwe diyarî kesên di Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dayin kir. 
 
Şaxa Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re ya (MEBYA-DER) a Şirnexê, 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Lijne, li eywana Odeya Pîşezasî û Bazirganiyê ya Şirnexê bi tevlibûna endam û rêveberen Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan, Wekîlên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez hat lidarxistin. 
 
BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ
 
Kongre, piştî hilbijartina dîwanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di lijneyê de axivî û kesên di “Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê” de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bêrîvan Bahçecî got ku ew di kesayeta wan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. 
 
Piştî axaftina Berîvan Bahçecî, raporên xebat û darayî hatin xwendin û pêşkeşî dengdana delegeyan hate kirin. 
 
Herî dawî jî hilbijartin hate kirin û Emîne Erkuş û Ramazan Togurlu weke Hevserokên Şaxa MEBYA-DER a Şirnexê hatin hilbijartin.