Erdogan grevê qedexe kir

  • rojane
  • 10:01 13 Îlon 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi biryara ku di Rojnameya Resmî de hat weşandin, biryara grevê ya Sendikaya Oz Buro-Îşê heya 60 rojan hat qedexekirin. 
 
Di hevdîtinên dûrûdirêj ên di navbera Enstîtuta Standardên Tirk (TSE) û Sendikaya Oz Buro-Îşê de, li ser Peymana Kar a Giştî (TÎS) lihevkirinek çênebûbû. Li ser vê sendîkayê, biryar dabû ku li avahiya sereke ya TSE'yê ya Enqereyê grevê bike. 
 
Lê bi biryara di Rojnameya Resmî de ku bi îmzeya Serokkomar Erdogan hat weşandin, grev hat qedexekirin. Grev bi îdiaya "xerakirina tenduristiya giştî û ewlehiya neteweyî" heta 60 rojan hat qedexekirin.