Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin

  • rojane
  • 11:13 14 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Nîlûferê ya Bûrsayê şaredar Tûrgay Erdem jî di nav de 15 kes hatin girtin. 

 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê de avakirina rêxistina sûc, birêvebirin û endamtiya rêxistinê de şaredarê berê yê navçeya Nîlûferê ya Bûrsayê Tûrgay Erdem û hevjîna wî jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin.  
Piştî darizandina wan a li emniyetê 18 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin û ji bo 4 kesan kontrola edlî hat xwestin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê şaredarê berê yê Nîlûferê Tûrgay Erdem jî biryara girtina 15 kesan da.