'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'

  • rojane
  • 11:27 14 Cotmeh 2025
  • |
img
ÊLIH - Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu Kutevî diyar kir ku daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e û ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû kes têbikoşe. 
 
Di 12'ê Cotmehê de li Êlihê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtînga Civaka Demokratîk û Azadiyê hate lidarxistin. Di mîtîngê de ku bi hezaran kes beşdar bûn, daxwazên sereke ew bûn ku 'mafê hêviyê' were dayîn û Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Parlementoyê di zûtirîn dem de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Di tevahiya mîtîngê de bi hezaran kesî dirûşmên 'Bijî Serok Apo' ji bo çareseriya mayînde û Îmrali destnîşan kirin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutewî têkildarî mîtîngê axivî û diyar kir ku daxwaza sereke ya welatiyên ku bi wan re têkilî danîn azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got:  "Bi hezaran kes bi yek dengî daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan kirin û ji bo avakirina civakeke demokratîk xwestin  gavên pêwîst bên avêtin. Ji 7 heta 70 salî mirov bi coşeke mezin li qadê bûn. Mirov berî destpêkirina mîtîngê dest bi hatina herêmê kir. Jin, zarok, ciwan daxwaza her kesî zelal bû, bi hezaran kesan qad tije kirin. 
 
Zeynep Oduncu Kutevî balkişand ser peyamên ku di mîtîngê de hatine dayîn û wiha got: "Atmosfera li qadê derket holê nîşan dide ku divê hikûmet ji bo çareseriyê gav bavêje. Ji ber ku îro birêz Abdullah Ocalan sermuzakerevan e, kesê ku ji bo çareseriyê îradeya xwe nîşan daye. Ji ber vê yekê, daxwazên ku di mîtîngê de bi dirûşm û pankartan hatin gotin, hemû dirûşmên ku hatin berzkirin, daxwazên azadiya birêz Ocalan bûn."
 
'DIVÊ HERKES ROLA XWE BI CIH BÎNE'
 
Zeynep Oduncu Kutevî da zanîn ku pêkanîna aştiyê karek zehmet e, divê hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo aştiyê bikevin nav hewldanan û wiha got: "Zemînek ku divê hemû mirov, ji muxalefetê bigire heta rastgir û neteweperestan, tevkariyê bikin. Eger aştî pêk were, wê aştiyeke ku tevahiya gelên Tirkiyeyê eleqedar bike, heta Rojhilata Navîn jî eleqedar bike. Ji ber vê yekê, divê em hemû rola xwe bilîzin. Çiqas zû aştî pêk were, em dikarin li ser bingeheke demokratîk zûtir bijîn."