Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:31 14 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona nelirêtiyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de 6 kes hatin binçavkirin.
 
Di lêpirsîna nelirêtî ya ku li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê pêk hat de 6 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin ji bo îfadeyê birin emniyetê. 
 
Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek di 5'ê Tîrmeha 2025'an de di dema lêpirsînê de hatibû binçavkirin û di heman rojê de ji hêla dadgehê ve hatibû girtin. Di meha Tebaxê de der barê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Serkan Temuçîn û Cîgirê Serokê Daîreya Zonê Tûnçay Kaya de biryara girtinê hat dayîn û di 9'ê Îlonê de jî 8 kesên din hatin binçavkirin