Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin

  • rojane
  • 13:12 20 Cotmeh 2025
  • |
img

RIHA - Tehliyeya Mehmet Sayilgan ku çavên wî ji sedî 80 nabînin, bi hincetên wek “di qawîşa alîgir de dimîne” û “Ji bo daxilî civakê bibe amade nîne” cara 6’an hate taloqkirin. 

 
Mehmet Sayilgan ku di 14’ê Tîrmeha 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Wanê hate girtin. Tehliyeya Sayilgan careke din hate taloqkirin. Sayilgan, li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin û çavên wî ji sedî 80 nabînin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, bi hincetên wek “di qawîşa alîgir de dimîne” û “Ji bo daxilî civakê bibe amade nîne” cara 6’an hate taloqkirin. Beriya niha 5 caran tehliyeya wî hatibû taloqkirin ku tehliyeya wî 19 mehan hatiye dirêjkirin. Di biryara taloqkirinê de wiha hate gotin: “Amade nîne ku tev li civakê bibe, ji rêxistinê veneqetiyaye û başnehal e.” 
 
Sayilgan diviyabû di 19’ê Adara 2024’an de bihata berdan lê hêj di girtîgehê de ye. Bavê Sayilgan, Ramazan Sayilgan bertek nîşan da û got: “Tevî pêvajoyê jî tehliye tên astengkirin û ev nayê qebûlkirin. Bêyî ku delîl û şahidek hebe Mehmet hate girtin. Di esasê xwe de ev cezaye ne li Mehmet lê li me tevan hte birîn. Bi hezaran kes tev li Newrozê dibin û bi van cezayan hewl didin çand û zimanê me ceza bikin. Qala pêvajoyekê tê kirin lê navê wê pêvajoya mijûlkirinê ye. Heke bi rastî jî aştî hebûya dê kesên mîna Mehmet bihatina berdan. Lê hêj jî bi destê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ev tehliye tên astengkirin.”