AMED - Ramazan Demîr ku piştî 30 salan hate berdan, li bajarê xwe Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Ramazan Demîr ku di Cotmeha sala 1994’an de li Çewligê hate girtin û cezayê muebbedê lê hate birîn, duh hate berdan. Demîr, duh di saetên şevê de ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hate berdan û li bajarê xwe Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Demîr, li pêşiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Amedê (TUAY-DER) hate pêşwazîkirin. Endamên malbata Demîr, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li pêşwazîkirinê bûn.
Demîr ku bi çepik, tililî û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin, diyar kir ku hewceye têkoşîneke li gorî ruhê bê meşandin. Demîr, da zanîn ku girtiyên cezayê xwe temam kirin lê li girtîgehan weke dîlgirtî tên ragirtin hene. Bi domdarî Demîr anî ziman ku divê îktîdar aştiyê cidî bigire dest û banga avakirina aştiyeke birûmet kir.
Piştre jî Demîr tevî kesên li vir derbasî avahiya TUAY-DER’ê bû û ziyaret qebûl kir.
Demîr, di pêvajoya 30 salan de li girtîgehên Amed, Ordu, Meletî û Karabûkê hate aragiritn. Demîr, 14 sal bû di Girtîgeha Tîpa T a Karabukê de dihat ragirtin.