ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 23 Cotmeh 2025
  • |
img
* Nûnerên wêjeya Kurdî yên ku li Fuara Pirtûkan a Amedê bi xwendevanên xwe re hatin cem hev, diyar kirin ku ew hewl didin pêşî li asîmîlasyonê bigirin û gotin: "Divê weşangeriya Kurdî li dijî asîmîlasyonê bi awayekî xurttir bê piştgirîkirin."
 
* Hevserokê TUAY-DER a Êlihê Hasan Arigtekîn got ku ji bo aştiyeke mayînde û avakirina civakeke demokratîk divê hemû girtî, bi taybetî jî girtiyên nexweş, serbest bên berdan.
 
* Akademîsyen Dr. Yildiz Onen diyar kir ku dewlet ji bo misogerkirina pêbaweriya bi pêvajoyê divê hin gavan bavêje û got: "Aştî dê bi kêrî me hemûyan bê."
 
* Şanoger Alîşan Onlu bi çîrokên kirmancan ku wan dike şano, zimanê xwe yê dayikê Kirmanckî, bi ruh û can dike. 
 
* Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn bang li her kesî kir ku beşdarî konsera Koma Amedê bibin. Hatun, da zanîn ku Koma Amed piştî 30 salan dê li Amed konserê bide û got ev kom dengê berxwedanê ye.
 
* Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku bandorên neavakirina hikûmetê li Herêma Federe ya Kurdistanê xwe li her qadê didin der û gotin ku Tirkiye li herêmê ji bo şer amadekariyên cidî dike. 
 
* Ji parêzerên doza Rojîn Kabaîşê Zeynep Demîrê diyar kir ku divê hemû delîl bi awayekî yekpare ji nû ve werin nirxandin û got: "Vekirina telefona Rojînê xaleke girîng e ji bo ronîkirina dosyeyê."
 
* Redkarên wijdanî diyar kirin ku li hember talanên ku ji ber şer çêdibin, pêwîst e ku behsa aştiyê bê kirin û xwestin ku rêziknameyên qanûnî werin çêkirin da ku mafê redkarên wijdanî bê naskirin.
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin dê were şopandin. 
 
* Danişîna 2’yemîn a rojnameger Ercument Akdenîz ku bi îdiaya “endamtiya rêxitinê” tê darizandin dê li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
 
*Platforma Ekolojiyê ya Wanê dê li herêma Westan Kanzakê bi dirûşma “Berûyekê jî tu kom bike” darberûyan dane. (10.00)
 
*Danişîna doza Mûstafa Çîftçî ku li Erdîşê tacîza zayendî li zarokeke 12 salî kiribû dê were lidarxistin. (14.00)