Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin

img
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin û wiha got: “Bikarin kê peyda bikin, ji bo tev li tifaqa xwe bikin serî lê didin.” 
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û rojevên heyî nirxand. 
 
‘VERASTKIRIN JI BO PÊDIVIYAN ÇARESERÎ NÎNIN’ 
 
Beştaş da zanîn ku îktîdarê bi verastkirinên nû yên hawirdorê re qadên rantê yên nû ava kirine û wiha got: “Lê divê îktîdarê piştî vê erdhejê ku veguherand karesatê qala verastkirinên nû bikira. Diviya derheqê tevdîr, rêbaz û venêrînan bikira. Diviya ji ewil dîsa rayeyên odeyên endezyar û avahîsazan lê vegeranda. Li Karataş a Edeneyê herêma pîşesaziya organîze hate avakirin. Ev yek tê wateya talan û mêtingeriyeke bêdawî ya li ser xwezayê. AKP, bi çavê rantê li pirsgirêka hawirdorê dinêre. Mixabin qadên çandiniyê yên mayî jî bi polîtîkaya tunekirinê re rû bi rû ne. Îktîdar û şirîkê wê yê biçûk armanc dikin ku çandiniyê tune bikin. Weke HDP’ê me piştî erdhejê teklîfa avakirina Komîsyona Îhtîsasa Karesat û Destwerdana Lezgîn kir.” 
 
‘TIRKIYE DI ENDEKSA AZADIYÊ DE BI TANZANYAYÊ RE DI PÊŞBIRKÊ DE YE’ 
 
Bi domdarî Beştaş bal kişand ser rapora demokrasiyê ya Freedom House’ê û ev nirxandin kir: “Azadiyên li 195 welat û 15 herêman hatine nirxandin. Rewşa Tirkiyeyê ya heyî niha yek bi yek hatiye vegotin. Mixabin mîna salên berê, Tirkiye dîsa di kategoriya welatên neazad de hatiye nirxandin. Hemû dinya vê rastiyê dibîne. Di nirxandina vê derbarê de wiha tê gotin; ‘Recep Tayyîp Erdogan û AKP kontrolên demokratîk û hevsengiyan ji bo tesfiyekirina hevrikên xwe yên siyasî bi kar tînin.’ Jixwe ji sala 2015’an heta niha em van tiştan dibêjin. Mekanîzmayên hevsengî û venêrînê ji holê rakirin. Hevirkên xwe yên siyasî bi destê daraz û saziyan tesfiye dikin. Mînaka vê ya herî şênber jî HDP ye. Freedom House ev yek bi eşkerekî tespît kiriye. Tirkiye di lîsteya welatên herî zêde paşdikeve de ye. Tirkiye di endeksa azadiyan de bi Tanzanyayê re ketiye pêşbirkê. Em ê piştî 14’ê gulanê hewl bidin Tirkiyeyê bikin welatê azadiyan.”
 
‘ÊŞÊN HERÎ GIRAN JIN DIJÎN’
 
Beştaş, da zanîn ku Meclisa Jinan a HDP’ê 8’ê Adar li herêmên erdhejê derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Yên ku di erdhejê de herî zêde mafên wan hatine binpêkirin jin in û me hewl da dengê wan bêhtir biqîrin. Di 8’ê Adarê de li Nûrheq û Islehiyeyê bûm. Êşên herî giran jin dijîn. Nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn peyda bikin. Barê malbatê li pişta wan hatiye kirin û di şertên zehmet de dimînin. Em jin dê ji bin kavilên erdhejê jiyaneke nû ava bikin.” 
 
MA BANKAVANIYA CEMAWERIYÊ EV E?
 
Di berdewamê de Beştaş wiha got: “Di kampanyaya Tirkiye Yek Dil e de ji gelek kanalan weşanên zindî hatin kirin. Şova bexşan hate kirin û bankanyên cemaweriyê bexş kirin. Bankaya Navendî 30 milyar, Bankaya Zîraatê 20 milyar, Vakfibankê 12 milyar, Halkbankê 7 milyar û bi giştî 69 milyar lîre bexş kirin. Bexşên hatine kirin ji sedî 60 ên van bankayan bûn. Lê rastî çi ye? Ji bo krediyan bidin mexdûrên erdhejê, faîz bilind kirin. Di dema pandemiyê de bi faîzê 0,74 û 0,64’an kredî dihat dayîn. Lê heman bankayên cemaweriyê di vê erdhejê de faîz zêde kirin. Ev nayê qebûlkirin. Ma bankavaniya cemaweriyê ev e?” 
 
TIFAQA CUMHUR KETIYE NAVA TIRSÊ
 
Beştaş pirsa “Hûn şirîkatiya HUDA-PAR û Tifaqa Cumhur çawa dinirxînin” jî wiha bersivand: “Em niha ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê dixebitin. Xwe ji bo hilbijartinê amade dikin. Di nava Tifaqa Cumhur de tirs û xofeke mezin dest pê kiriye. Bikarin biçin ku derê xwe paşve nadin û diçin.”