Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê diyar kir ku ew bi biryar in ku wê hilbijartinê bikin destpêka mîladek nû û got: “Em ê bi hev re bimeşin û teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê bi hev re biguherînin. Bila gumana kesî ji vê tune be.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Sancar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 14’ê adarê Cejna Tibê û ew ê têkoşîna xwe bînin wan rojan ku bijîşk dikaribin vê roja xwe di atmosfera cejnê pîroz bikin. 
 
WÊREKÎ Û HÊVΠ
 
Sancar da zanîn ku her sal 8’e Adarê bi coş û biryardarî tê pîrozkirin û îsal jî jinan bi têkoşîna xwe piştevanî û dengê xwe da nîşandan û got: “Li her derê hêvî û wêrekî heye. Ez hemû hevrêyên jin û têkoşîna wan silav dikim.”
 
JI 8’Ê ADARÊ BER BI NEWROZÊ VE
 
Sancar axaftina xwe wiha domand: 
 
Ala hevgirtinê ya mezin a 8'ê Adarê êdî bi Newrozê tê guhertin. Em îsal Newroza ku bi hezaran sal in weke sembola vejîn, jiyana nû û yekitiyê tê pîrozkirin, di bin siya hilweşînên giran û êşên kûr de pêşwazî dikin. Newroz bi dîrokî û aktueliya xwe ji bo avakirina siberojeka nû, jiyana wekhev, aştî, edalet û demokrasiyê xwedî cihekî pir girîng e. Civîna bi milyonan a Newrozê di heman demê de peymana têkoşîna ji bo siberojeka hevpar e, tifaqa gelan a ku wê li qadan derkeve holê ye. Newroz; Wê bibe roja biryardariya guhertina vê pergala riziyayî ya ku zilm, xerabî, neheqî, wêranî çêdike ye. 
 
Newroz wê li qadên têkoşînê bibe biryardariya guhertina vê pergala talanê ya ku ji bilî êş û rijandina hêsêrin çavan nedaye gelên vê erdnîgariyê. Her tim polîtîkayên şer, tecrîd, red û înkarê kiriye para gelan. Ew ê Newroz bibe destpêka avakirina aştî, aramiyê, edalet û demokrasiye. Bi vê munasebetê ez bang li hemû gelên me yên ji her reng, bawerî, jin, ciwan, kedkaran dikim ku li qadên Newrozê li hev bicivin, hevgirtinê nîşan bidin û têkoşîna hevpar mezin bikin. Civîna mezin a ku wê di Newrozê de pêk were wê di 1’ê Gulanê de biherike, di 14’ê Gulanê de jî wê veguhere ruh û hêviya herî xurt a guhertinê. Her der Newroz her dem azadî.” 
 
ÎRADEYA HESABXWESTINÊ
 
Sancar anî ziman ku tevî ku bi ser erdhejê re 37 roj derbas bûne jî ew piştevaniyê û îradeya hesabxwestinê berfireh dikin û got: “Yek rayedarekî îstîfa nekiriye. Neîstîfakirina wan dide nîşandan ku wê heman kêmasî û heman binketin û xerabî berdewam bike. Dixwazin di şaşîtiyên xwe de israr bikin. Ez li aqûbeta 116 milyar lîreyê di kampanya alîkariyê de ji aliyê îktidarê ve hat destpêkirin dipirsim. Ev 116 milyar lîre li ku ye? Heke ku hûn lêçûyînên li ser şer rawestînînin wê têr û sertêra mexdûrên erdhejê bike. Ji gule û bombeyan re pere heye, lê ji konteynir û zexîreyan re pere nîne. Hûnê nikaribin ji hesabxwestinê birevin. Wê hesabê hemû sûcên we kiriye yek bi yek bên pirsîn. Em ê yek mirovek xwe jî nekin qurbaniyê şer, rant û berjwendiyên vê îktidarê.”
 
‘EM Ê BI HEV RE WELAT JI VÊ PERGALÊ RIZGAR BIKIN’ 
 
Sancar bi bîr xist ku ji hilbijartinê re 2 meh mane û wiha got: “Em ê bi hev re welat ji vê pergala desthilatdar a ku siberoja 85 mîlyonî bi ranta xwe û berjwendiya xwe ve gire dide rizgar bikin. Em ê bi gelê xwe re di nava şert û mercên mirovî yên penaberiyê de dijîn bajarên xwe ji nû ve ava bikin. Çawa ku me bi hevgirtinê bi dest xist, em ê bi demokrasiyeke azad, wekhev, piralî re qadên jiyanê yên nû ava bikin. Em bi biryar in ku vê bikin, hêza me têra xwe heye, ezmûna me têr dike, îradeya me xurt e, biryardariya me xurt e. Em ê bi hev re bimeşin û teqez bi vê îktidarê biguherînin. Bila şik û gumana kesî ji vê yekê nebe”
 
‘EM AMADE NE’ 
 
Sancar diyar kir ku amadekariyên wan ên hilbijartinan bi lez û bez dewam dikin û got: “Em bi her awayî ji hilbijartinê re amade ne. HDP ji roja ku hatiye damezrandin heta niha bi tifaqa demokrasiyê û siyaseta Rêya Sêyemîn heye. Banga me ya ji bo tifaqa demokrasiyê jî ji ber pir pêkhateyên partiya me veguherî Tifaqa Ked û Azadiyê û ev hewldan rastî bersiveke mezin a civakî û siyasî hat. Xeta meya Riya Sêyemîn her gav me baştir ber bi siberojê ve biriye. Dê bidome.
 
DESTPÊKA MÎLADEK NÛ 
 
Ji bo ku bi tifaqa herî berfireh a demokrasiyê têkevin hilbijartinên 14'ê Gulanê, em hemû hewldanan didin. Yekitiya ku em ê bi Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Kurdan û hemû hêzên sosyal demokrat re ava bikin çavkaniya bingehîn a hêza me ya guhertinê ye. Em bi hêza xwe û baweriya bêdawî ya gelê xwe bawer in. Bi vê hêzê em bi biryar in ku hilbijartinan bikin destpêka mîladek nû.”