MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye

img
ENQERE – MYK’a HDP’ê ku wê bi rojeva hilbijartinê bicive dê li ser pêşniyaza Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi lîsteyekî bikeve hilbijartinê nîqaş bike. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojeva hilbijartinê dicive. Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê ku bicive dê li ser rojeva hilbijartinê, xebatên piştevanî û avakirina ji nû ve ya bajarên erdhej lê çêbûn û her wiha doza girtina partiyê nîqaş bike. 
 
WÊ BI KÎJAN PARTIYÊ BIKEVIN HILBIJARTINÊ? 
 
Meclisa Partiyê ya HDP’ê di 12’ê Adarê de civiya bû û mijarên girîng nîqaş kiribû. MYK’ê rayeyê ji Meclisa Partiyê girt û tê payîn ku li dijî doza girtiê HDP, bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê û biryara vê were girtin. 
 
MEYLA NAMZETIYA SEROKKOMARIYÊ 
 
MYK’a HDP’ê wê di civînê de dîsa meyla namzetiya serokkomariyê ya partiya xwe li ber çavan derbas bike û dê vê biryarê bibe rojeva civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya di 16’ê de ku bê lidarxistin. 
 
PÊŞNIYAZA BI YEK LÎSTEYÊ BIKEVE HILBIJARTINÊ 
 
Meclisa Partiyê di civîna xwe de biryar girtibû ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê bikeve hilbijartinê. Ev meyla Meclisa Partiyê jî di rojeva MYK’ê de ye. MYK bi awayek erênî ango germ li vê pêşniyazê dinêre û hat zanîn ku wê vê pêşniyazê veguhezîne civîna Tifaqa Ked û Azadiyê. 
 
MA / Ozgur Paksoy