Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana HDP’ê

img
ENQERE - Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû dê di 18’ê adarê de biçe serdana Navenda Giştî ya HDP’ê. 
 
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû daxwaza hevdîtinê bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. HDP’ê ev daxwaz nirxandin û ji bo hevdîtinê 18’ê adarê roja şemiyê destnîşan kir. 
 
Hevdîtina di navbera HDP’ê û Kiliçdaroglû de dê di 18’ê adarê saet di 13.00’an de li Navenda Giştî ya HDP’ê bê kirin.