Kiliçdaroglû li Rihayê ye: Sedema kerasetan desthilat e

img
RIHA – Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Miletê û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ku ji ber lehiyê serdana Rihayê kir, desthilatê rexne kir û got: “Divê hûn li dijî kerasetên xwazayî, bajarên zexm ava bikin. Heke hûn nikaribin van bikin çima hûn rêvebertiyê dikin?”
 
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Miletê û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû û Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ji ber lehiyê serdana Rihayê kirin. Kiliçdaroglû û şandeya pê re ku li tunela Xaçerêya Abideyê ku gelek mirov û wesayît ketin ber lehiyê, bi welatiyan hevdîtin kir. 
 
Kiliçdaroglû û şandeya li gel wî li vir ji aliyê gelek welatiyan ve hatin pêşwazîkirin û guh li pirsgirêkên welatiyan kırın. Welatiyên gilî û gazînên xwe yên di warê derengmayîna mudaxileyê de anîn ziman. Pişt re Kiliçdaroglû û şandeya pê re xebtên lêgerînê raçav kirin. 
 
Kiliçdaroglû ku li vir axivî, anî ziman ku ji ber pirsgirêkên rêveberinê welatî berdêlan didin û wiha got: “Heke welat baş bê birêvebirin, bajarên zexm ava dibin. Divê hûn li hemberî karesatên xwezayî bajarên zexm ava bikin. Madem hûn nikarin vî tiştî bikin, çima hûn vî welatî bi rê ve dibin? Welatî bi saetan li benda pompeyekê ne ku av bê valakirin. Ma birêvebirina welatî wiha ye? Em ê van hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em pirsgirêkên welat dizanin. Em jî dizanin ku bajar baş nayên birêvebirin.”
 
Kiliçdaroglû dema diaxivî komek mirov ew protesto kirin, ji ber wê jî Kiliçdaroglû axaftina xwe di nîvî de birî lê girseya ku Kiliçdaroglû pêşwazî kiribû, li dijî vê yekê bertek nîşan da û dirûşmeyên, “Desthilat îstîfa” berzkirin.
 
Piştre jî Kiliçdaroglû û şandeya pê re ji cihe bûyerê çûn.