Serlêdanên namzetên HDP’ê dest pê dikin: Dê distûra du serdeman naguhere

img

ENQERE - HDP wê di navbera 17 û 25’ê adarê de dest bi qebûlkirina serlêdanên namzetên parlamenteriyê yên ji bo Hilbijartinên Giştî bike. Hate hînbûn ku wê hevşaredar nikarin bibin namzet û distûra du serdeman naguhere. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên ji bo Hilbijartina Giştî û Serokkomariyê ku dê di 14’ê gulanê de pêk were didomîne. HDP’a ku li hemû bajaran Koordînasyona Hilbijartinê ya Bajêr ava kiriye, bi endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Meclisê re wê her qonaxa xebatan bişopîne. 
 
HAWIZA NAVAN HATE AVAKIRIN 
 
HDP wê di navbera 17 û 25’ê adarê de dest bi qebûlkirina serlêdanên bernamzetan bike. HDP’a ku li hemû bajaran xebatên xwe yên diyarkirina bernamzetan temam kir, hawiza navan ava kir. HDP wê ji navên sembol re teklîfa namzetiyê bibe. 
 
KESÊN HATINE HILBIJARTIN NIKARIN SERÎ LÊ BIDIN
 
Hevşaredar, endamên Meclisa Şaredariyê û endamên Meclisa Giştî ya Bajêr ku di hilbijartinên herêmî de hatine hilbijartin nikarin serlêdanê bikin. Di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de biryar hatiye dayîn ku ji bo namzetiya parlamenteran distûra du serdeman naguhere. 
 
MA / Ozgur Paksoy