Tifaqa Ked û Azadiyê civiya

img

ENQERE - Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartina serokkomariyê û parlamenteriyê civiya. 

 
Partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, bi rojeva hilbijartina serokkomariyê û giştî civiyan. Civîn bi mazûvaniya HDP’ê pêk tê. Tifaq wê li ser meyla namzetiya serokkomariyê nîqaş bike û dê stratejiya hilbijartina giştî ango hilbijartina parlamenteran diyar dike. 
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê duh civîn li dar xistibû û meyla serokkomariyê ji nû ve li ber çavan derbas kiribû. HDP wê vê meyla ji bo namzetiya serokkomariyê bi partiyên Tifaqê re muzakere bike û biryara dawî bide. 
 
Her wiha dê HDP ji bo meyla bi yek lîsteyê bikevin hilbijartina parlamenteriyê jî bi partiyên tifaqê re nîqaş bike.