AKP ji bo Serokkomariyê kom bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Meclisê ya AKP’ê têkildarî namzetiya Tayyîp Erdogan a ji bo serokkomariyê biryara komê girt. 
 
Amadekariyên partiyan ên ji bo hilbijartinên parlamenterî û Serokkomariyê yên dê di 14’ê gulanê roja yekşemê de bên kirin didomin. Parlamenterên AKP’ê, di serokatiya Serokê Komê Îsmet Yilmaz de kom bûn. Di civînê de biryara komê hate girtin ku Tayyîp Erdogan bibe namzetê serokkomariyê.