Tifaqa Ked û Azadiyê dê di bin heman banî de tevlî hilbijartinê bibe

img

ENQERE - Tifaqa Ked û Azadiyê, biryar girt ku di bin banê tifaqê de tevli hilbijartinan bibe û wiha hat gotin: "Dê rê û rêbazên ku di serî de HDP destkeftiyên hemû pêkhateyên tifaqê diparêzin û pêş ve dibin esas bên girtin." 

 
Tifaqa Ked û Azadiyê, bi malovaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) saet di 11.00'an de li hev civiya. Civîn 7 saetan dewam kir. Piştî civînê danezana encama civînê hat belavkirin. Hat diyarkirin ku di civînê de erdhejên Mereşê, lehiya rabû, hilbijartinên serokkomariyê û giştî hatine nîqaşkirin. 
 
Di danezanê de ev xal hatine destnîşankirin: 
 
"*Pêvajoya ku me wekî tifaqa têkoşînê dabû destpêkirin, berfireh bûye û me biryar girt ku em wê veguherînin tifaqeke hilbijartinê jî. Biryar hat girtin ku em wekî Tifaqa Ked û Azadiyê tevlî hilbijartinê bibin. Dê rê û rêbazên ku di serî de HDP destkeftiyên hemû pêkhateyên tifaqê diparêzin û pêş ve dibin esas bên girtin.
 
* Me hilbijartina serokkomariyê bi berfirehî nîqaş kir. Me piştî erdhejê biryar girtibû ku em pêvajoya diyarkirina namzetê serokkomariyê cardin binirxînin. Di encama nîqaşên me yên îro de, me biryar girt ku em ê helwesta xwe ya hevpar di nêz de bi civîneke çapemeniyê bi raya gişrtî re parve bikin. 
 
* Di atmosfereke wisa de ku qedexeyên siyasî û doz, tahde û zext zêde dibin, em xebatên xwe yên hevpar ên bi tevahiya derdorên civakê re yên der barê pêvajoya hilbijartinê û ewlehiya sindoqê de didomînin. 
 
* Em ê bi hêza ku me di 8'ê Adarê de ji jinan girt ku kuçeyan bi rengê mor boyax kirin, qadên Newrozê û 1'ê Gulanê tije bikin. Em ê tevî hemû hêzên demokrasiyê di 15'ê Gulanê de bi ser bikevin. Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin.
 
Bi piştevanî, têkoşîn û hêviyê..."