Bûldan û Aydenîz gel vexwendin ku dengê xwe bidin | HATE NÛKIRIN

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li navçeya Sûr a Amedê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî li bajarokê Gundikêmelê yê Şirnexê û bang li hilbijêran û dikandaran kirin ku di 28'ê Gulanê de dengên xwe bidin. 
 
Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartina serokkomariyê xebatên xwe berdewam kir. Li bajarokê Gundikê Melê yê bi ser navenda Şirnexê ve bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê, rêveberên HDP, DBP, aktîvîstên TJA’yê civîn hat lidarxistin. 
 
Şandeya Partiya Çepên Kesk li ber avahiya HDP’ê ya bajarok bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
 
‘SEKNA GELÊ KURD EŞKERE YE’ 
 
Di hevdîtinê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz diyar kir ku îktidara AKP’ê polîtîkayên xwe li ser tunekirina gelê kurd dide meşandin û wiha axivî: “Di vê hilbijartinê de gelê me sekneke pîroz nîşan da. Em ji bo vê sekna gelê xwe pîroz dikim. Dê niha jî tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê bê lidarxistin. Niha jî hin qirêjiyan didin meşandin û dixwazin ku serê gelê me tev li hev bikin. Lê divê ku em li van polîtîkayan guhdar nekin û biçin ser sindoqê ji bo guhertinê dengê xwe bikar bîne. Em ji gelê xwe bi bawerin ku sekna xwe nîşan bide. Ev îktidara sedsala ku polîtîkayên tunekirinê gelê kurd dide meşandin. Lê belê gelê kurd li dijî vê bi hebûna xwe, nasnameya xwe û çanda xwe têdikoşe. Gelê me her tim mîsyona xwe ya sereke pêk aniye. Me nêzikî 2 mehan xebatên xwe dan meşandin. Lê belê rayedarên dewletê ji bo AKP’ê her deverê ketin tevgerê. Em çiqas bêjin bila pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin ewqasî êrişên xwe zêde dike. Hûn çiqas polîtîkayên tunekirinê bidin meşandin jî dê li dijî vê sekna gelê me her eşkere be.” 
 
‘DIVÊ EM LI GOTEGOTA BOYKOTÊ GUHDAR NEKIN’ 
 
Aydenîz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got: “Ew ê ku dibêjin bekaya welat ew bekaya qesrê diparêzin. Ew kesên ku behsa demokrasiyê dikin dijminatiya vî gelî dikin. Ev gele mifteya çareseriyê ye. Niha dixwazin ku vê mifteyê ji destê gelê kurd bistînin lê nikarin û gel di 14’ê Gulanê de careke din daxwaza xwe ya guhertinê nîşan da. Ev îktidar faşîzmê bi xwe re tîne, ji ber wê ew kesên ku dibêjin gelê kurd hilbijartinê boykot dike, divê ku em guh nedin wan û biçin ser sindoqan û dengê xwe ji demokrasiyê re bikar bînin. Em ji gelê xwe bi bawerin ku dê bersiva pêwîst bide. Ji bo azadiya xwe û vîna xwe em ê her tim li ser pêya bin.”
 
Piştî axiftina Aydenîz, li daxwaz û pêşniyarên gel hatin guhdarkirin. Piştî bernameya li Gundikê Melê, şandeyê berê xwe da navenda Şirnexê. Aydenîz û şandeya pê re li Şirnexê jî bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya. 
 
AMED 
 
Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a Serokkomariyê li navçeyên Amedê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Sevîlay Çelenk, Mehmet Kamaç, parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li xebatên ku li Cadeya Sakarya ya girêdayî navçeya Rezanê bûn. 
 
Endamên partiyê yên ji aliyê dikandarên Saglik Ocagiyê ve bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin, gel di 28’ê Gulanê de vexwendin ser sindoqê. Di dema serdanan de welatiyekî wiha got: “Wê rojê li PTT’ê alîkarî dihate belavkirin, mirovan jî digotin ‘Heke Erdogan nebe alîkarî nabe’. Min jî ew hişyar kirin û ji wan re got ev pere ji xwe pereyê me ye. Min got dengê xwe nedin Erdogan. Em ê serbikevin.” Dîsa jinekê bertek nîşanî girtinan da û xwest ev zilm bi dawî bibe.
 
LI SÛR’Ê SERDANA DIKANDARAN
 
HDP’ê, Partiya Çepên Kesk û DBP’ê jî serdana dikandarên li ser Cadeya Gazîler û Melîk Ahmet ên navçeya Sûrê kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar û gelek endamên partiyê tev li serdanê bûn. Dikandaran eleqeyeke zêde nîşanî endamên partiyan dan. 
 
Bûldan û kesên pê re ji bo tûra dûyemîn a hilbijartina Serokkomariyê dikandar vexwendin ser sindoqan. Dikandaran jî ji şandeyê re wiha gotin: “Hebûna we ji bo me bes e. Ji bo ku em ji van zaliman xelas bibin em ê biçin ser sindoqan.”
 
Dû re Bûldan û şandeya pê re ji bo di hilbijartinên 28’ê Gulanê de deng bidin belavok belavî gel kirin.