'Li dijî desthilata yekperest biçin ser sindoqan'

img
SEMSÛR - Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Bekîr Gurbuz bi lêv kir ku ji bo têkbirina desthilata yekperest hilbijartinên 28'ê Gulanê pir girîng in û bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe li dijî desthilata yekperest bi kar bînin.  
 
Ji ber ku di hilbijartinen 14'ê Gulanê de tu namzetên serokkomariyê bi ser ji sedî 50'î neketin, hilbijartin ma tûra duyemîn. Hilbijartina tûra duyemîn wê di 28'ê Gulanê de bê kirin. Du namzedên serokkomariyê, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û Serokkomarê AKP'yî Erdogan ji bo tûra duyemîn hevrikiyê dikin. Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de li dijî desthilata yekperest a AKP'ê piştgiriya Kiliçdaroglû kirin, daxuyandin ku wê di tûra duyemîn de jî piştgiriya Kiliçdaroglû bikin. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Bekîr Gurbuz têkildarî hilbijartinên ku wê sibê bên li darxistin ji ajansa me re axivî. Gurbuz bang li gel kir ku biçe ser sindoqan û dengê xwe li dijî desthilata yekperest bi kar bîne. 
 
DÊ SINDOQAN BIPARÊZIN
 
Gurbuz anî ziman ku ew di heman demê de li dijî diziyê jî têdikoşin û wiha got: "Di tûra 1'emîn de jî li dijî diziyê em têkoşiyan. Lê tevî ku em ew qas tedbîr girtin jî me nikaribû pêşî li diziya desthilatê bigire. Dengên me li ber partiyên din hatin nivîsandin û di pergala YSK'ê de nehatin qeydkirin. Lê di di tûra 2'yan de em ê baştir sindoqan biparêzin û gelek muşahîdan li ser sindoqan peywirdar bikin. Her wiha em û partiyên muxalîf ên din jî em ê di nava têkiliyê de bin. Heta encamên sindoqan biçin YSK'ê ya navçeyê em ê wan bişopînin û heta hejmartin biqedin em ê li edliyeyê bin."
 
XEBAT DIDOMIN
 
Gurbuz destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo têkşikandina desthilata yekperest didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê şert û mercên demokrasiyê her ku diçe ji holê radibe. Ji ber wê jî hemû partiyên pergalê ji dêvla ku li ser demokrasî û mafê mirovan siyasetê bikin, li ser nîjadperestiyê siyasetê dikin. Li Tirkiyeyê partiya ku li ser demokrasî û mafê mirovan siyasetê dike Partiya Çepên Kesk û pêkhateyên wê ne. Ji ber vê jî partiyên pergalê nêzî me nabin. Lê tevî vê yekê jî di nav her dû namzetan de yê ku li ser pirsgirêka demokrasiyê bisekine Kemal Kiliçdaroglû ye. Ji ber vê jî em ê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglû bikin."
 
'BANG LI SEMSÛRÊ KIR'
 
Gurbuz di dawiya axaftina xwe de bang li Semsûriyan û tevahiya gelê kurd kir ku biçin ser sindoqan û got: "Em maseya 6 nig û protokola Umit Ozdag wekî muxatab esas nagirin û me eleqedar nake. Ji bo me ya esas hevdîtina Kemal Kiliçdaroglû ya bi partiya me re ye, ji bo wê jî helwesta me ya têkbirina serokkomarê yekperest naguherê. Ji bo wê jî em bang li gelê xwe dikin ku bila biçin ser sindoqan û dengên xwe li dijî desthilata yekperest bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin. Banga min ji gelê Semsûrê ev e, desthilata heyî li gor ranta xwe tevdigere. Bajarê me jî hilweşiya û pedivî bi jinûveavakirinê heye. Heke ev desthilat bi serbikeve wê li gor ranta xwe bajêr jinûve ava bike, wê li gor pêdiviya civakê tevneger e. Ji bo vê jî bila gelê me dengê xwe li dijî vê desthilata rantperest bi kar bîne." 
 
MA / Mahmût Altintaş