Buldan: Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin

AMED - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi rûspiyên civakê re hevdîtin kir û wiha bang li hilbijêran kir: “Em dengê xwe bidin, xwedî li sindoqan derkevin û îspat bikin ku em naxwazin Erdogan weke serokê vî welatî bibînin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demkokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û parlamenterên herêmê di çarçoveya xebatên tûra duyemîn a hilbijartinê de li Amedê bi rûspiyên civakê re hevdîtin kirin. Buldan, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çandar, Sevîlay Çelenk, Mehmet Kamaç û Georga Aslan li Mala Şînê ya Farqîniyan a li navçeya Rezanê bi rûspiyên civakê re hevdîtin kirin. 
 
DI PÊVAJOYA DÎROKÎ DE GIRÎNGIYA YEKITIYÊ
 
Di hevdîtinê de ji ewil siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî û got ku gelê kurd xwedî rabûrdiyeke bi hezaran sala ye. Turk, axaftina xwe wiha domand: “Di van hezaran salan de gelê kurd bedelên gelek giran da. Têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê kurd hêj jî berdewam e. Tevgera siyasî ya kurd dê tevî her cureyên zilm, hîle û zextan jî tevî gelê xwe di vê têkoşîna azadî û wekheviyê de bi ser keve. Em di qonaxeke dîrokî de ne û em vê ji bo hilbijartinan nabêjin. Belê rast e em bi hilbijartineke girîng re rû bi rû ne û me nekarî bi we re bên ba hev. Em dixwazin tiştên di pêvajoya em tê re derbas bûne bi we re parve bikin. Êriş û nîjadperestiya li dijî kurdan zêde dibin. Hewceye em kurd jî li dijî van yekitiya xwe ava bikin. Ji bo ku em pêşeroja xwe bi hev re ava bikin, divê mekanîzmayeke biryardayînê bê avakirin. Ji bo me ya girîng ev yekitiye ye. Her çend ku em îro bibêjin ‘em partiya Tirkiyeyê ne’ jî, ew dîsa jî me weke partiyeke kurd dibînin. Em bi vê serbilindin. Em, ji bo wekheviyê têdikoşin. Gelê kurd û mazlum dixwazin bi awayekî adilane û azad bijîn. Ji ciwanan heta her kesî, em dixwazin di vê hilbijartina girîng de jî wêneyekî yekitiyê derkeve holê. Belê, divê bibêjin; ‘gelê kurd bi yek destî li dijî feraseta nîjadperest sekinîn.’ Heke em bikarin vê bikin, em ê wê demê bikarin neteweperestiyê ji holê rakin.” 
 
JI BO SINDOQAN BANG
 
Bi domdarî Turk diyar kir ku hewceye li dijî êrişên li dijî destkeftiyên gelê kurd, her kes di tûra duyemîn de biçe ser sindoqan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke li dijî feraseteke ku dixwaze destkeftiyên gelê kurd ji holê rake em nekarin yekitiya xwe ava bikin, dê bêîstîqrarî bidome. Banga min ji bo temamiya gelê me ye; heke em nekarin yekitiya xwe ava bikin, dê bi karesatekê re rû bi rû bimînin. Em dixwazin gelê me vê rastiyê bibîne. Em ê sibe biçin ser sindoqê û dengên xwe bidin. Di demên dawî de li ser neteweperestiyê nîqaş hene û ev yek jî di serê gelê me de fikaran çêdike. Hewce nake em bikevin nava fikaran û divê em xwedî li dengên xwe derkevin. Nexwe em jî dê bibin parçeyeke çerxa faşîzmê. Bi salan di çarçoveya polîtîkayên dijminatiyê de hewl dan bi rêya zext, binçavkirin û girtinan serî bi gelê me bidin tewandin. Lê nekarîn bi ser kevin. Kurdan serî netewand û têkoşîna xwe domand. Divê em peyama vê careke din bidin û ew jî vê peyamê baş bixwînin.” 
 
‘HEWL DAN ME LI DERVEYÎ HEVKÊŞEYÊ BIGIRIN’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî rojek beriya hilbijartinê hevdîtina bi rûspiyên civakê re peyameke girîng e û wiha got: “Ev hilbijartin weke ‘guherîna qederê’ tên pênasekirin û divê her kes dengê xwe bide. Her çend ku encamên me dixwestin pêk nehatibin jî; divê rêjeya dengên me biçûk jî neyê dîtin. Em bi navê Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê û me dît bê ka danasîna wê çiqas zehmet bû. AKP-MHP’ê hewl dan me li derveyî siyasetê bihêlin û li dijî doza girtinê û ‘Doza Kompasê ya Kobanê’, tercîheke girîng bû. Me ji zext û astengkirinên di vê pêvajoyê de dît ku AKP-MHP hewl dan siyaseta kurd li derveyî hevkêşeya siyasetê bihêlin. Lê me destûr neda vê. 
 
HEMLEYA PARTIYA ÇEPÊN KESK
 
Em bi Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê û ev jî hemleyeke mezin bû. Vê hemleyê em dan zorê lê gelê me bê vebijêrk nehişt. Encamên me bi dest xistin qet dilê me rehet nekir û em di ferqa vê de ne. Heke derfetan destûr bida, rêjeya dengên me derdora ji sedî 15 bû. Hedefa me ew bû ku 100 parlamenteran bişînin meclisê. Lê hilbijartin di rewşeke demokratîk de pêk nehat. Tifaqa Cumhur hemû derfetên dewletê bi kar anîn û hewl da bi hemû rêbazan xebatên hilbijartinê yên partiyên muxalîf asteng bikin. Tevî vê yekê jî me bênavber li ber xwe da û em têkoşiyan. 
 
TERCÎHA HILBIJARTINÊ
 
Tûray duyemîn a hilbijartina serokkomariyê firsendeke dîrokî ye. Me firsenda ewil baş bi kar ne anî lê tercîha me ya di tûra duyemîn de dê bibe tercîha diyarkirina qederê. Em ê sibe ji du kesan yekî hilbijêrin. Divê ev tercîh li dijî zilm û zextên AKP’ê yên 21 salan were kirin. Tercîha me dê li dijî feraseta qeyûman, bêhiqûqî, neheqî û girtina bi hezaran mirovan be. 
 
ERDOGAN TÊ WATEYA DESTPÊKIRINA KARESATEKE NÛ 
 
Em îdia nakin ku heke serokkomar biguhere dê di nava du rojan de pirsgirêkên me bên çareserkirin. Em jî dizanin ku pirsgirêka kurd di nava çendek mehan de çareser nabe. Lê ji bo çareserkirina bi rêyên demokratîk, ji bo ku em bikarin rêyeke nû, jiyaneke nû û qadeke nû ya têkoşînê ava bikin dê derfetek be. Mimkin nîne ku em Erdogan tercîh bikin. Ji ber zilm, zext, înkar û derhiqûqiyên heta niha kirine, Erdogan dê ji bo kurdan bibe destpêka karesateke nû. 
 
PEYAMA JI BO ENQEREYÊ 
 
Em neçarin ku di navbera ronahî û tarîtiyê, demokrasî û faşîzmê û di navbera aştî û şer de tercîheke girîng bikin. Li dijî avadaniyeke ku hemû çavkaniyên vî welatî ji polîtîkayên şer, alîgirên xwe û çeteyan re xerc dike re em ê tercîha xwe ji bo ronahî, aştî, aramî û demokrasiyê bikin. Di wê baweriyê de me ku xelkê Amedê dê sibe bi biryardarî biçe ser sindoqan û ji Amedê peyamekî bo Enqereyê bişîne. Divê ev yek were zanîn; xelkê Amedê ji bo pirsgirêkên xwe çareseriyê dixwaze û dixwaze pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Naxwaze qeyûm li şaredariyê bê tayînkirin. Divê li her devera Tirkiyeyê her kes bi vê peyam û ferasetê biçe ser sindoqan. Em dengê xwe bidin, xwedî li sindoqên xwe derkevin û îspat bikin ku em naxwazin Erdogan weke serokê vî welatî bibînin. Ev yek bi destê me ye. Heke em bi vê feraset û berpirsyartiyê biçin ser sindoqê dê serkeftin a me be. Dê destkeftî ya me be.”