Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk encama hilbijartinê dê li Enqereyê bişopînin

img
ENQERE - Sindoqên ku dê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk raya xwe bidin diyar bûn û dê encama hilbijartina serokkomariyê li Enqereyê bişopînin. 
 
Sindoqên ku dê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk raya xwe lê bikar bînin diyar bûn. Hevserok û hevberdevk piştî rayên xwe bidin dê encamên hilbijartinê li Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya li Navenda Giştî ya HDP’ê bişopînin. 
 
Hevseroka Giştîya HDP’ê Pervîn Bûldan dê saet di 10.00’an de li Dibistana Sereteayî ya Mûrat Koklû ya li navçeya Kadikoya Stenbolêda raya xwe bide, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî dê saet di 11.00’an de li Dibistana Sereteayî ya Ayten Şaban Dîrî ya li navçeya Çankaya Enqereyê raya xwe bide. 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê raya xwe saet di 08.30’yan de li Dibistana Seretayî ya Gazî ya li navçeya Sûltangaziya Stenbolê bide û Hevberdevk Îbrahîm Akin jî dê raya xwe saet di 09.00’an de li dibistanek li navçeya Konaka Îzmîrê bide.