Bakirhan: Ji bo hilweşandina pergala yek zilamî em biçin ser sindoqan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan bang li gel kir ku ji bo rejîma yek zilamî hilweşînin biçin ser sindoqan û xwest ku gel ji bo pêşeroja demokrasiyê xwedî li sindoqan derkeve.   
 
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Sêrtê têkildarî tûra 2’yemîn a hilbijartina Serokkomariyê li avahiya HDP’a Sêrtê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen İşik a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin û hevserok û hevberdevkên partiyên siyasî beşdarî civînê bûn. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Tûncer Bakirhan, diyar kir ku wê kurd ji bo guhertinê deng bidin û bang kir ku di 28’ê gulanê de herkes biçe ser sindoqê. 
 
‘EZ LI BENDÊ ME KU WÊ TEVLIBÛNEKE BAŞ ÇÊBE’ 
 
Bakirhan, diyar kir ku ji bo pergala yek zilamî bi dawî bikin wê dengên xwe bidin û anî ziman ku gel wê yek zilamî bişîne. Bakirhan, bang kir ku ji bo pêşeroja demokrasiyê xwedî li sindoqan derkevin û ev tişt got: “Ez jî li bendê me ku di tûra 2’yemîn a Serokkomariyê de wê tevlibûneke baş çêbe, wê di asta herî kêm de deng werin betalkirin, ji ber ku gelê Sêrtê wê di navbera du wêneyan de tercîhekê bike.”
 
‘EM Ê DENGÊ XWE JI BO PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ BIDIN’ 
 
Bakirhan, bi lêv kir ku gel guhertinê dixwaze wê ji bo guhertinê deng bide û wiha pê de çû: “Gotin û çalakiyên ku hin pêkhateyên Tifaqa Milet ên di demên dawî de me zêde eleqedar nake, pêşeroja gelên Tirkiyeyê me eleqedar dike. Heke dengê me ji bo pêşeroja demokratîk a wan bibe çare em qet li gotinên kesan nanêrin. Em ê dengê xwe bidin pêşeroja Tirkiyeyê û demokrasiya wê. Ji bo em pergala yek zilamî bi dawî bikin em ê dengê xwe bidin. Ez bawer im ku wê gelê Sêrtê vê bi awayekî serkeftî pêk bîne.”
 
LI ŞIRNEXÊ SERDANA DIKANDARAN
 
Partiya Çepên Kesk li Şirnexê xebatên xwe domandin. Rêveberên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana dikandarên li ser Cadeya Orhan Dogan a li navçeya Cizîrê kirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal û Zekî Îrmez û endamên partiyê welatî vexwendin ser sindoqan. Li Silopiyayê jî bi tevlibûna parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê serdana dikandarên li navendê hate kirin û welatî vexwendin ku dengên xwe bidin.