Temellî: Niha dema guhertinê ye

img
STENBOL - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî yê li Stenbolê di civîna gel de axivî, bang li welatiyan kir ku biçin ser sidoqan û wiha got: “Niha dem dema guhertinê ye. Kî neçe ser sindoqê wê bibe şirîkê vê zilm û xerabiyê.”  
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Arnavûtkoyê di çarçoveya xebatên tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de li Qada Komarê civîna gel li dar xist. Di civîna ku dirûşmeyên “Heq hiqûq edalet” , “Em ê bi yekbûnê serbikevin” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin de rêveberên partiyê, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî û gelek welatî beşdar bûn. Di civîna ku bi stranên hatin lêxistin govend hate gerandin de coşeke mezin hebû. 
 
‘KESÊN DENG NEDAN DIVÊ TEQEZ BIÇIN SER SINDOQAN’ 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî ê li vir axivî, diyar kir ku ji bo azadî û demokrasî were vî welatî têdikoşin û wiha got: “Çi dikin bila bikin wê ev gel têkoşîn û berxwedana xwe bidomîne. Bi her cure deq û dolaban hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê bi dest xistin. Em ê hesaba vê jî bipirsin. Lê negiştine armanca xwe ya bingehîn. Ev gel çawa di tûra ewil de bibe asteng dê sibê jî ji vê pergala faşîst û yekperest re bibe asteng. Kesên deng nedan divê teqez biçin ser sindoqan.”
 
‘NIHA DEMA GUHERTINÊ YE’  
 
Temellî, destnîşan kir ku hesaba komkujî û zilmên li gel hatine kirin wê sibê di sindoqan de were pirsîn û wiha berdewam kir: “Niha dema guhertinê ye. Kî neçe ser sindoqê wê bibe şirîkê vê zilm û xerabiyê. Ji bîr nekin qedera vê axê û Rojhilata Navîn di destê we de ye. Niha dema vê hêzê têxin meriyetê ye. Em ê qedera vî welatê xweş û Rojhilata Navîn bi hev re biguherînin.”