Civîna 11’an a komîsyona li Meclisê dest pê kir

img
ENQERE - Civîna 11’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dest pê kir. 
 
Civîna 11’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, dest pê kir. Di civînê de dê li hinek weqf, konfederasyon û komeleyan were guhdarîkirin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di destpêka civînê de axivî. 
 
Di civîna 11’emîn de jî dê komîsyon li Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfederasyona Malbatên Cerdevanên Ewlehiyê û Şehîdan ên Anatoliyayê, Weqfa Alimên Medreseyê (MEDAV), ÎTTÎHAD, Federasyona Komeleyên Pîşesaz û Karsazên Rojhilat Başûrrojhilat (DOGUNSÎFED), Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Başûrrojhilat (DOGUNKAD)” û weqf û komeleyên cuda guhdarî bike.