Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye

img

KOCAELÎ - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş çû serdana Girtîgeha Kandirayê, got Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ev peyam daye: “Dema qezenckirina aştî û demokrasiyê ye.” 

 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, bi boneya salvegera derbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê çû serdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdagê. Piştî serdanê jî li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”  û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Meral Daniş Beştaşê di daxuyaniyê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Ev bang ne tenê li Tirkiyeyê, dê li tevahiya Rojhilata Navîn rê li ber guherîneke mezin veke. Girtin ne tenê bi Doza Kompasê ya Kobanê bisînor in. Bi hezaran siyasetmedar îro ji ber fikrên xwe girtî ne. Em ji bo hemû girtiyên siyasî daxwaza azadî û edaletê dikin.” Meral Daniş Beştaşê got ku li Tirkiyeyê daraz weke amûrekî siyasî tê bikaranîn û xwest hemû girtiyên siyasî tavilê bên berdan. 
 
‘DEMA QEZENCKIRINA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE’  
 
Meral Daniş Beştaşê piştre jî peyama Fîgen Yuksekdagê xwend. Peyam wiha ye: “Ji bo gelê me niha jî dema qezenckirina aştî û demokrasiyê ye. Di vê çarçoveyê de, hemû muxatabên polîtîk berpirsyar in û hewceye vê têkoşînê mezin bikin. Bi hêviya ku em di rojên azad de hev hembêz bikin.”