Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in

  • ciwan
  • 20:03 21 Gulan 2022
  • |
img
DERSIM - Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag li Dersimê di hevdîtina ciwanan de got: "Ên îro herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in." 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê bi navê "ciwan pêşerojê nîqaş dikin" çalakiyek li dar xistin. Parlementerên HDP'ê Alîcan Onku, Sezaî Temellî û Dersim Dag û gelek xwendekarên zanîngehê tevli çalakiyê bûn. Li hêwana çalakiyê pankartên li ser "ciwan pêşerojê nîqaş dikin" û "Şitlên azadiyê li zanîngehan şîn dibin" nivîsandî hatin daliqandin. 
 
Parlementera HDP'ê ya Amedê û Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag anî ziman ku pergal ziman, çand, ax û jiyana gelan tune dihesibîne û got: "Ev pêşeroja ku em nîqaş dikin a ciwanan e. Divê ciwan wê nîqaş bikin. Lewma îro ro pergal herî zêde êrişê dibe ser qada ciwanan û dixwaze wan bitepisîne. Û yên îro herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin jî ciwanan in. Pergal konseran, mîhricanan, şanoyan û gelek tiştên din qedexe dike, ji lew re li tevahiya van qadan ciwan hene. Em behsa azadiyê dikin, lê li tu devera Rojhilata Navîn azadî tune ye. Lê ji bo vê berxwedaneke mezin heye. Îro di şexsê Dersimê de dixwazin hebûna gelê kurd qir bikin. Lewma êrişê dibin ser Dersimê, ser ciwanên Dersimê." 
 
Parlementerê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku "siyaseta ciwan rabûna li ber statukoyê ye" û got: "Ji lew re ger siyaset têkoşîneke ji bo desthilatê be, axirê ew torên desthilatê yên hûnandine jî statuko bi xwe ye. Siyaseta ciwan, siyaseta rûxandina vê statukoyê ye. Ger siyaseteke ku statukoyê asteng bike hebe, wê gavê mirov dikare bibêje li wir siyaseta ciwan bi ser ketiye. Siyaseta statukoyê li hemû qadên jiyanê xwe ji nû ve hildiberîne. Ev hemû girêdayî pergalê ne. Ev pergal jî pergala kapîtalîst e û rêxistina wê ya bivênevê netew-dewlet e. Di vî warî de paradîgmaya me êrişê dibe ser cihê herî girîng ê statukoyê. Êrişê dibe ser desthilata wê. Ev pênageveke mezin e li ser dilê statukoyê. Li hemberî vê bi perspektîfeke antîemperyalîst neteweya demokratîk diparêze. Sedemeke herî girîng a astengkirina êrişa siyaseta ciwan jî ev e. Ji lew re siyaseteke ku xwe ji pergala kapîtalîst xelas nekirite heye."
 
Temellî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tezên Ocalan me vedixwînin siyaseta ciwan. Siyaseta ciwan, ew tişt e ku bêyî bikeve nava lepên statukoyê wê diguherîne û vediguherîne."