Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin

  • ciwan
  • 13:14 23 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi dirûşma “Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin, tundî û dagirkeriyê têk dibin” forûmê li dar bixe. 
 
Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 25’ê îlonê de bi dirûşma “Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin, tundî û dagirkeriyê têk dibin” forûmê li dar bixin. Forûm, dê li Herêma Cizîrê bi tevlibûna gelek tevgerên jinan bê lidarxistin. Têkildarî naveroka forûmê rêveberiya sendîkayê Şeza El Mihemed bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. 
 
Şeza El Mihemed diyar kir ku dê di forûmê de balê bikişînin ser girîngiya berxwedana li dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha got: “Em ê di forûmê de nîqaş bikin bê ka rola jinên ciwan û rola komên ciwanan ên di nava civakê de dikare çawa bikeve nava liv û tevgerê. Her wiha dê ciwan çawa bikarin xwe ji hemû cureyên gef, êriş û şerê taybet biparêzin, em ê vê nîqaş bikin. Em ê li ser pêşxistina têgeha şerê gel ê şoreşgerî, parastina xwezayê û rêgezên berbelavkirina vê çandê ya di nava jinan de bisekinin. Li dijî êrişên bi mebesta xerakirina îstîqrara herêmê tên kirin, em ê di mijara çalakkirina rola jinan a di nava civakê de biaxivin û ji bo ku berxwedana xwe ya li dijî van gefan îspat bikin wan agahdar bikin. Armanca me ya esasî ya di forûmê de ev e; rêxistinkirina jinan bi taybet jî jinên ciwan. Ev forûm ji bo hemû jinan girîng e. Ji bo ku jin di mijarên rêveberî, leşkerî û di her qadên jiyanê de û her wiha li dijî hemû mirovan bikarin bi ser kevin dê bibe destpêkek û dê pêş bikevin.”