Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek

  • ciwan
  • 09:36 24 Îlon 2022
  • |
ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kirin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût de li hev kom bûne û gotin: "Ciwan hêza dînamîk a vê civakê ne. Hêza îtirazê ya li hemberî pergalê ne. Ciwan divê li dijî pergala kujer û qetilker xwe birêxistin bikin." 
 
Tûrnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut ku îsal cara sêyemîn ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat lidarxistin, li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi maça fînalê bi dawî bû. Di tûrnûvaya îsal de ku li 11 bajaran li dijî tiryak, fuhûş û asîmîlasyonê hat lidarxistin bi tevahî 500 tîm beşdarî wê bûn. Di tûrnûvaya îsal de ku nêzî 3 mehan dewam kir, Florya Gîyîm bû şampiyon. Di seranserê tûrnûvayê de pêkanînên şerê taybet û polîtîkayên li ser ciwanan hatin destnîşankirin. Ji Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Çîçek û Ayşegul Ayaz peyamên girîng ên turnuvayê û polîtîkayên li ser ciwanan nirxandin.
 
 
Endama Meclîsa Ciwanan Ayşegul Ayaz diyar kir ku îsal hewl dane ku balê bikşînin ser tiryakê, polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên ku ciwanan dejenre dikin. Ayaz destnîşan kir ku zextên li ser ciwanan zêde bûne û wiha got: "Li Tirkiyeyê jî ji bo ku ciwanên rewşenbîr û têkoşer nemînin her cure polîtîka tên pêkanîn. Em dibînin ku di salên dawî de polîtîkayên şerê taybet pir berfireh bûne. Dixwazin di bin navê afirandina nifşekî dîndar de, nîfşekî serî li ber desthilatê bitewîne û bi tu awayî polîtîkayên desthilatê nede ber lêpirsînê biafirînin."
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Ayaz diyar kir ku li gel hemû zextan jî liberreabûnek heye û wiha got: "Ji aliyê jin, ciwan û beşên din ên civakê ve nerazîbûnên cidî rû dan. Hêza herî dînamîk a van nerazîbûnan ??ciwan in. Wekî di dîroka hemû şoreşan de di dîroka têkoşînê ya li Tirkiye û Kurdistanê de jî ciwanan xwedî roleke çalak in." Ayaz bal kişand ser pêkanînên şerê taybet ên li hemberî ciwanan û wiha got: "Desthilata heyî dixwaze ciwanan wekî 'terorîst' bi nav bike û ciwanên ku ji bo şert û mercên jiyana xwe têdikoşin jî wekî 'terorîst' lanse dike. Ji mînakên berbiçav ên polîtîkaya şerê taybet, yek jê jî ev e. Ger îro ro tu li Tirkiyeyê bifikirî, biaxivî û lêpirsînê bikî yekser tu weî 'terorîst' tê binavkirin. Bi vê armanc dikin ku atmosfereke tirsê biafirînin. Helbet rêbazên wê yên taybet hene. Di demên dawî de zêdebûna qetilkirina jinên ciwan, rêbazeke bi vî rengî ye. Gava em li cinayet an jî qetilkirina jinan mêze dikin, em dibînin ku teqez tiliya kesekî biunîfroma tê de heye. Bi destê polîs, leşker, hêzên taybet û cerdevanên dewletê ve destdirêjiyeke sîstematîk tê pêşxistin.
 
TIRYAK, TIRS, GIRTIN...
 
Ayaz da zanîn ku li ser beden, ruh û ramana jinên ciwan êrişeke yekpare heye û got: "Tişta ku nikarin bi vê bikin, dixwazin bi tiryakê bikin. Gava nikaribin bi tiryakê bikin, vê carê tirsê diceribînin. Gava nikaribin bi tirsê jî bikin vê carê hewl didin bi girtin, tunekirin an jî qetilkirinê bikin. Lewma mirov dikare polîtîkaya şerê taybet wekî konsepteke berfireh binirxîne. Di demên dawî de hêla wê ya ferzkirina sîxurtiyê jî pir tê axaftin. Revandina endamên Meclîsa Ciwanan û bi darê zorê ferzkirina sîxurtiyê hêleke polîtîkaya şerê taybet e. Em dibînin ku wan ji rastiya civakî û helwesta wan a siyasî dûr dixin. Me jî wekî berdewama li dijî "tu jî bibe dengê li dijî tiryakê" ev tûrnûva li dar xist." 
 
HELWESTA KOMUNAL
 
Ayaz ku got: "Em helwesta komunalî tenê ne bi van çalakiyan, di hemû qadên jiyanê de ava dikin" wiha domand: "Ji lew re ferd nabe civak. Di vê çaçroveyê de em wê di hêla xurtkirina civakî de dinirxînin. Mînak, em tîman tenê wekî pêkhateyên ji kesan pêk tên esas nagirin. Dema tîmek tê, em ji wan dixwazin di awayê jiyan, helaq û zimanê me de baldar bin. Fûtbol wekî qadeke pir mêrane tê zanîn. Wekî qadeke ku tê de gelek çêr û şer tên kirin tê zanîn. Di vî warî de, ev yek ji wan xalên sereke ye ku em hem zehmetiyê dikişînin hem jî wê diguherînin. Ger hevrikiyek hebe, ev divê di çarçoveya civakî û sînorên exlaqî de be."
 
BANGAWAZÎ
 
Ayaz ev bang li hemû ciwanan kir: "Di demên dawî de li Îranê jineke ciwan bi awayekî hovane hat qetilkirin. Ev pirsgirêk tenê ne ya me ciwanên kurd an jî jinên kurd e. Niha em bi zextine global re rû bi rû ne. Em jin, tên eciqandin û yên ciwan hîn bêtir tên eciqandin. Lê ciwan hêza dînamîk a vê civakê ne. Ciwan hêza îtirazê ya li hemberî pergalê ne. Lewma ciwan divê li dijî pergala kujer û qetilker xwe birêxistin bikin." 
 
ARMANCA TÛRNÛVAYÊ
 
Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Çîçek jî diyar kir ku di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de li hemberî jinên ciwan êrişeke cidî heye û wiha got: "Ciwanên li Kurdistanê mecbûr in gelek tişten bidin ber lêpirsînê. Ji ber ku di jiyana rojane de bi gelek tiştan re rû bi rû dimînin. Pergala sîstematîk hewl dide ciwanan pasîf bike. Em jî hewl didin ku pêşî li vê yekê bigirin. Hewl didin ciwanan bi tiryakê û bi pirsgirkên aborî têxin bin kontrola xwe. Ji bo em pêşî li ber van êrişan bigirin û hyjêhebûnê li ciwanan peyda bikin me ev tûrnûva li dar xist."
 
'HÊVÎ HDP YE'
 
Çîçek anî ziman ku ciwanên kurd xwedî hişmendî û hişyariyeke mezin in û lewma zêde rastî zextan tên. Çîçek wiha got: "Krîza aborî û jiholêrakirina jiyana civakî li hemû Tirkiye û Kurdistanê belav bûye. Lê belê ev, li Kurdistanê rewşeke taybet e. Ciwanên me nikarin çalakiyeke civakî jî bikin. Li bajarên rojavayê belkî bi konserekê an jî mihrîcanekê ev hebe, lê li Kurdistanê ev ne mimkun e. Ji bo ciwanan êdî derketine ber derî bi xwe jî bûye tiştekî luks. Me bi vê tûrnûvayê hewl da ku em ciwanan daxilî nava çalakiyên civakî bikin û wan ji wê bîr û baweriya bêpêşerojî rizgar bikin. Em hem li dijî tiryakê têdikoşin hem jî bi ciwanan re çalakiyan li dar dixin. Me her tim pêwendî bi ciwanan re danî. Me guh li pirsgirêkên wan kir. Di vê pêvajoyê de me dît ku hêviya ciwanan HDP ye."
 
MA / Omer Akin