Li Stenbolê şahiya ciwanan

  • ciwan
  • 22:13 11 Gulan 2023
  • |
img
 
 
STENBOL- Meclisa Ciwanan a Stenbolê tevî hemû astengiyên polîsan bi girseyî şahiyek li dar xist. Parlamentera HDP’ê û namzeta partiya Çepên Kesk Deresîm Dag ku di şahiyê de axivî, diyar kir ku tu ciwan û jinên li dijî zext û binçavkirinan serî bitewînin nîn in û tu hêz wê nikare vê darê hişk bike.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk li Stenbolê li Parka Maçkayê xwest bi dirûşmeya “guherîn wê bi ciwanan bê” şahiyekê li dar bixe, lê bi astengiyên polîsan re hatin rû hev. Piştî qexekirina polîsan ciwanên li taxa Haci Ahmet ya girêdayê Beyoglu hatin gel hev govend gerandin û şahî pêk anîn. Parlamentera HDP’ê û namzeta partiya Çep a Kesk Deresîm Dag, parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, namzetên Partiya Çep a Kesk, hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û gelek welatî tevli bûn.