Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket

  • rojane
  • 17:42 29 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL – Abdulhamît Balik ê di Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de, piştî 30 salan îro hat berdan.
 
Abdulhamît Balik ê di Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê de, piştî 30 salan îro hat berdan.MATÛAY-DER, rêvebiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, ANYAKAY-DER û malbata Balik, Balik li ber girtîgehê pêşwazî kirin.
 
Balik, gava ji girtîgehê derket kevoka spî firand û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Hat hînbûn ku dê Balik sibê serê sibehê were Amedê, cem malbata xwe.