Gelaliyê YNK'î: PDK dixwaze Mexmûrê vala bike

  • rojane
  • 09:25 28 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Reşad Gelaliyê YNK'î ku bal kişand ser dorpêça Artêşa Iraqê, anî ziman ku PDK ewilî xwestiye Mexmûrê têxe bin kontrola xwe, lê gava bi ser neketiye polîtîkayeke li ser esasê valakirina kampê û radestkirina wê ya ji bo Tirkiyeyê esas girtiye. 
 
Tevî hemû bertekan jî dorpêçkirina Mexmûrê ya ji aliyê artêşa Iraqê ve didome. Reşad Gelaliyê YNK'î têkildarî dorpêçkirin, bal kişand ser tevkariya Tirkiye û PDK'ê. Gelalî bilêv kir ku PDK xwestiye kampê bi dest bixe, lê gava bi ser neketiye polîtîkayeke li ser esasê valakirina kampê û radestkirina wê ya ji bo Tirkiyeyê esas girtiye. 
 
BANGAWAZÎ
 
Gelalî li dijî dorpêçkirina kampê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) ku kamp di bin berprisiyariya wê de ye û raya giştî ya navneteweyî kir ku rabin û got: "Kampa Mexmûrê û navçeya Mexmûrê hev du temam dikin. Tu hêz nikare wan ji hev veqetîne. Di rojên baş û rojên xirab de bi hev re bûn. Ez wan wekî penaberan nahesibînim, ew gelê xwecihî ne. Zêdetirî 25 sal in li herêmê ne." 
 
Gelalî destnîşan kir ku divê Mexmûr di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bê parastin û bang li her kesî kir ku xwedî li Mexmûrê derkevin.