Mexdûrên erdhejê di konteyniran de dest bi dengdayînê kirin

  • rojane
  • 09:49 28 Gulan 2023
  • |
img
HATAY - Mexdûrên erdhejê, ji bo hilbijartina Serokkomariyê li sindoqên di konteyniran de hatine danîn, dest bi dengdayînê kirin. 
 
Li Hataya ku di erdhejên navenda wan Mereşê de gelek hilweşiya, li sindoqên di konteyniran de hatine danîn, dengdayînê dest pê kir. Hilbijêrên ku ji ber hilbijartina tûra dûyemîn a Serokkomariyê diçin ser sindoqan li ber konteyniran ketin dorê.