Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!

  • rojane
  • 14:33 8 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - Hat îdiakirin ku li Nexweşxaneya Dev û Diranan a Amedê li şûna doktorên diranan teknîsyen dixebitin û li diranên welatiyan dinêrin. Wêneyên vê yekê derketin holê. 

 
Li Nexweşxaneya Dev û Diranan a Amedê sepanek sosret qewimî. Hat zanîn ku li nexweşxaneyê di şûna doktoran de teknîsyen li dev û diranên nexweşan dinêrin. Hat îdiakirin ku tedawî û muayene ji aliyê teknîsyenên saziya navborî û tesknîsyenên fîrma taybet ku li nexweşxaneyên tên xebitandin dikin. 
 
Hat îdiakirin ku ev yek li Nexweşxaneya Dev û Diranan a Dîclekentê, Polîklînîka Diranan a Rezanê û Polîklînîka Dev û Diranan a Deriyê Çiyê tê sepandin. 
 
BI WÊNEYAN DERKET HOLÊ 
 
Wêneyên vê yekê jî ku rê li ber xeteriya tenduristiyê vedike jî derketin holê. Di wêneyan de tê dîtin ku teknîsyen bêyî ku lepikan bixin destên xwe li ser linga welatiyan muayene dikin. 
 
WELATÎ GILÎ DIKIN 
 
Teknîsyenek diranan ku ji ber metirsiya wê ji kar bê avêtin nexwest navê xwe bide, derbarê mijarê de wiha got: “Wezîfeya me ew e ku em li ber destên hekîman bixebitin. Lê bi teknîseynan hemû karên hekîman tê kirin. Ev ne qanûnî ye. Dibe ku bibe sedema tenduristiya welatiyan xera bibe jî. Welatî ji ber protezên ku baş nayên çêkirin, bi gilî û gazin in. Çimkî teknîsyenên ku jê fêm nakin, ev yek jî dibe sedema ku protez ne li gorî devê welatiyan be. Ev jî dibe sedema gelek gilîkirinan. Sertabîb, alîkarên wan û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr xemsar nêzî meseleyê dibe. Heke ew xemsar nêz nebin dê tiştek wiha neqewime.”