Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e

  • rojane
  • 14:54 8 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - ÎHD’a Amedê daxuyand ku di 15 salên dawî de 21 jê zarok bi giştî 44 kes di encama ku wesayîtên zirxî li wan qelibîne de jiyana xwe ji dest da. 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê rapora têkildarî mirinên ku di encama wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran de ku li wan qelibîne eşkere kir. Di raporê de hat bi bîr xistin ku di 7’ê hezîranê de li navçeya Gevera Colemêrgê çawişê pispor wesayît li zarokê 5 salî Erdem Aşkan qelibandiye û jiyana xwe ji dest daye. 
 
44 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE 
 
ÎHD dibêje wan rapora wesayîtên zirxî ku li welatiyan qelibîne di 2019’an de eşkere kiriye û ev rapor niha nû bûye û hejmara mirî û birîndaran zêdetir bûye. 
 
Di daxuyaniya ÎHD’ê de hat destnîşankirin ku bi kuştina Erdem Aşkan re di 15 salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê 82 bûyerên ku wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran li welatiyan qelibîne pêk hatine û 21 jê zarok 44 kes di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane û 23 jê zarok bi giştî 94 welatî jî birîndar bûne. 
 
ÎHD di rapora xwe de destnîşan dike ku sedema van mirinan bi neçareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye.